کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo protestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî û binpêkirina mafên jinan berdewam in.

Xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo protestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî û binpêkirina mafên jinan berdewam in.

Kurdistan

Fermandarekî polîsê Merîwanê hat kuştin

Hêvîdar Zana

Hêvîdar Zana

03-10-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Zanîna çend zimanên giring û beşdariya wê di bizava siyasî de, paşxana rewşenbîrî ya Hêvîdar Zana pir bihêz kirine. Lewma ew bi awayekî pir serkeftî guftûgoyan bi rêve dibe û zanîna wê dibe sedem ku ew derbasî kûrahiya nûçe û bûyeran bibe.

Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana03-10-2022

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Zanîna çend zimanên giring û beşdariya wê di bizava siyasî de, paşxana rewşenbîrî ya Hêvîdar Zana pir bihêz kirine. Lewma ew bi awayekî pir serkeftî guftûgoyan bi rêve dibe û zanîna wê dibe sedem ku ew derbasî kûrahiya nûçe û bûyeran bibe.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo protestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî û binpêkirina mafên jinan berdewam in. Fermandarekî Polîsê Merîwanê jî ku di xwepêşandanên wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê de birîndar bibû, canê xwe ji dest da.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û îro derbasî roja 17an bû. Duh di 16mîn roja xwepêşandanan de, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Sine, Seqiz, Merîwan, Kirmaşan, Bokan û Mihabadê xwepêşandan berdewam bûn.

Di xwepêşandanên bajarê Merîwanê de fermandarekî polîsê wî bajarî hat kuştin.

Ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê ragihandiye, Fermandarê Yekîneya Alîkariyan a Polîsê Merîwanê, Kolonel Dawûd Ebdullahî di xwepêşandan û aloziyên şeva Şembiyê 1ê Cotmeha 2022an de birîndar bibû û êvara Yekşembê 2ê Cotmehê ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Li gor medyaya fermî ya Îranê, îro di merasimekê de termê Dawûd Ebdullahî ji bajarê Sine bo warê wî bajarê Xuremava ya Loristanê hat şandin.

Herwiha li gelek bajarên Îranê yên wek Tehran, Kerec, Qom, Meşehd, Isfehan, Babol, Zahidan û bajarên din ên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li bajarê Qomê fermandarekî Besîc ku hêzeke ser bi Supaya Pasdaran e hat kuştin.

Li bajarê Zahidanê jî pasevanek hat kuştin û 3 pasevan jî birîndar bûn.

Pirsên