Seyda Gurdilî bi helbestên xwe yên, li ser Kurd û Kurdistanê û Mele Mistefa Barzanî dihat naskirin
Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û helbestvanê Kurd Seydayê Mele Îmadeddîn an bi navê naskirî Seydayê Gurdilî ji ber Coronayê canê xwe ji dest.
Endam û kadirê qadîm ê Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) Seydayê Gurdilî li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, berî nêzîkî mehekê encama testa wî ya Covid-19ê pozîtîv derketibû û bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û li nexweşxaneyê jê re çareserî hatibû kirin.
Rewşa tendirustî ya Seydayê Gurdilî li nexweşxaneyê baş dibe û bo malê tê şandin, lê dîsa nexweşî li wî giran dibe dubare bo nexweşxaneyê tê veguhestin.
Gurdilî ku ev 10 rojbûn bi amûra henaseyê ve girêdabû duh bi şev koça dawî kir.
Seydayê Gurdilî bi xwe ji xelkê gundê Kirîva li navçeya Misircê Sertê bû û di sala 1936an de hate dinyayê.
Seyda Gudilî di medreseyên Kurdistanê de xwendiye û li gundên Kurdistanê melatiyê kiriye lê piştî rêya siyasetmedarê rehmetî Şerafeddîn Elçî di sala 1978an de li Wezareta Avadaniyê ya Tirkiyê bûye fermanber li Enqerê bû wezîr, seyda xiste Bayındırlıkû heya xaneşîn bû li wê derê xebitî.
Gurdilî piştî damezrandina PDK a Tirkiyê bi partiyê re dixebitî û li ser rêbaza Mele Mistefa Barzanî bû û li ser serok Barzaniyê nemir gelek helbestên wî hene. Hejmara helbestên wî nayê zanîn, lê dîwanekî çapkirî ya wî bi navê "Banga Azadiyê" heye.
Helbestên Seyda Gurdilî di babet evînê, xwezayê, li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Barzaniyê nemir, rehmetî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî û gelek kesên siyasî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse