Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya herî mezin a cîhanê li Hewlêrê hat vekirin.
Avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bi merasîmekê hat vekirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê bû û gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê, tekezî ye li ser berdewamiya pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê û nîşaneya "pêwendiyeke dîrokî ye."
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku Pêşmergeyan mil bi milê Amerîkayê şerê li dijî DAIŞê kir û Amerîka her tim li kêleka gelê Kurd rawestiyaye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:
"Em bi temamî piştgiriya hewl û gavên Serok Donald Trump dikin ji bo çespandina aştiyê li herêmê.
Her wiha em ji bo destnîşankirina Birêz Mark Savaya wekî nûnerê taybet ê Îraqê destxweşiyê li wî dikin ku ev pêşhateke girîng e."
#VÎDEO - Avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê hat vekirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 3, 2025
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
🎙️ ❝Avahiya nû ya konsulxaneyê nîşaneya pêwendiyeke dîrokî ye❞
🎙️ ❝Hatina Mark Savaya pêşhateke girîng e❞#USA #Kurdistan pic.twitter.com/wI8eTIhErF
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse