Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bersiva daxwaza Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan a derbarê Îlham Ehmedê de da û got, "Bila dev ji çalakiyan berdin û kerem bikin werin."
Çelîk her wiha li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê û daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî jî axivî û got, "Metneke bêrêzî ye."
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk beşdarî weşana zindî ya Haberturkê bû û pirsên li ser rojevê bersivandin.
Omer Çelîk bersiva daxwaza Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan a ji bo hêsankariya hatina Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê ya ji bo Tirkiyeyê da.
Çelîk ev daxwaz red kir û got:
"Ev kar di çarçoveya devjêberdana ji çalakiyên terorê de tên nirxandin. Bila dev jê berdin, kerem bikin werin.
Ew kesa hûn behs dikin, behsa danenîna çekan dike; sedema danenîna çekan jî di çarçoveya ‘Em nikarin çekan deynin, ji ber ku berpirsiyariyên me yên navneteweyî hene’ îzah dike.
Nasnavê ku bi kar tîne jî nêzîkatiyeke li dijî yekparçeyiya axa Sûriyeyê îfade dike."
"Bûye polîtîkaya dewletê"
Çelîk li ser pirsa pêvajoya çareseriyê, axaftina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a 12ê Tebaxa 2005an a li Amedê bi bîr anî ku gotibû "Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e" û diyar kir ku ev ne meseleya herêmeke diyar a Tirkiyeyê ye.
Omer Çelîk destnîşan kir ku banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî "Yek ji bangên herî girîng ên dîroka Komarê ye" û got ku Tirkiye bêyî çavê sêyem, bi çavê xwe yê milî û saziyên xwe yên milî pêvajoyeke nû daye destpêkirin.
Çelîk diyar kir ku bi fermana Erdogan ev bûye polîtîkaya dewletê û got:
"Ez hevoka 'Bila em xala xwe ya sereke winda nekin' gelekî bi kar tînim. Xala sereke çi ye?
Di vê pêvajoyê de fesixkirin û danîna çekan a rêxistina terorê ya PKK/PKKyê bi hemû hêman, bask û şaxên xwe ve ye.
Ji bo vê jî amadekariyên saziyên dewletê, MÎT, Artêş û Wezareta Karên Navxwe hene.
Li aliyê din li Parlamentoyê komîsyonek hat avakirin da ku bibe bingeha yasayî ya pêvajoya danîna çekan."
Mekanîzmaya piştrastkirinê
Çelîk bal kişand ser mekanîzmaya danîna çekan û got:
"Pêvajoya danîna çekan temam dibe, divê bi hemû hêman û baskên xwe ve were piştrastkirin ku PKKyê xwe fesix kiriye, çek deyne.
Yanî hebûna xwe bi dawî kiriye; ne wekî retorîk û gotin, lê wekî kiryar divê ji aliyê mekanîzmaya piştrastkirinê ya Komara Tirkiyeyê ve were piştrastkirin.
Ev mekanîzmaya kê ye? Artêşa Tirkiyeyê û Teşkîlata Îstixbarata Milî (MÎT). Di vê mijarê de çavê millî yê dewletê ew in.
Eger ew bibêjin 'Erê rêxistinê çekên xwe denîne û hebûna xwe bi dawî kiriye', ev rewş ji Serokkomar re tê pêşkêşkirin.
Wê demê ji ber ku hebûna wê bi dawî bûye, êdî ji statuya rêxistina terorê derdikeve.
Di verastkirinên qanûnî de jî wê demê tiştekî bi navê endamtiya rêxistinê namîne."
"Mebesta me ne guhertina navan e"
Çelîk diyar kir ku mebesta wan ji fesixkirinê ne guhertina navan e û wiha pê de çû:
"Mebesta me ne guhertina tabelayan e. Mebest bidawîbûna fealiyetên têkildarî terorê ye.
Li çar qadên sereke pêkhateya çekdarî heye: Li Îranê PJAK, li nav Tirkiyeyê PKK, li Îraqê PKK û li Sûriyeyê HSD heye.
Her wiha KCK jî heye ku wekî banê wan karên îdeolojîk û fînansal dimeşîne.
Dema em dibêjin bila hemû hêman û şaxên wê bi dawî bibin, mebesta me ev e.
Nabe ku koma çekdar çek danîbe lê li Ewropayê karên fînansal bidomin.
Tirkiye dixwaze vê rojevê li pey xwe bihêle. Divê ev rojev li herêmê jî li pey bimîne."
Îmrali û Komîsyon
Li ser pirsa "Gelo mesafeya AK Partiyê ji bo çûna Îmraliyê hebû?" Çelîk diyar kir ku li parlamentoyê komîsyonên ku girtîgehan ziyaret dikin hene û biryara hevdîtinê di vê çarçoveyê de hatiye dayîn.
Çelîk got, "Tawîz ji nirxên milet û taybetmendiyên dewletê nayê dayîn. Prensîbên yek welat, yek milet, yek dewlet û yek alayê zelal in.
Bi ti rêxistina terorê an hêza biyanî re dan û standin nayê kirin. Pêvajoya bide bistîne tune."
"Rêbaza Sûriyeyê cuda ye"
Omer Çelîk li ser rewşa Sûriyeyê jî axivî û got, "Yek ji wan kesên ku di dema rejîma Esed de herî zêde zilm dîtiye Kurdên Sûriyeyê ne."
Çelîk diyar kir ku di rêkeftina 10ê Adarê de destkeftiyên Kurdan hatine tomarkirin û wiha got:
"Di daxuyaniyên xwe yên dawî de dibêjin 'Em ji bo Tirkiyeyê gef nînin'. Wekî retorîk her kes dikare vê bibêje.
Em jî dibêjin, 'Rêbaza li Îraqê ya fesixkirin û danîna çekan û rêbaza li Sûriyeyê ji hev cuda ne.'
Her yek xwedî karakterê xwe ye. Di xala duyem a metnê de dibêje ku mafên Kurdên Sûriyeyê dê bên garantîkirin.
Em dixwazin ev peyman were bicihanîn. Bicihanîna vê peymanê ji bo me isbata wê yekê ye ku HSD ji bo Tirkiyeyê êdî ne rêxistina terorê û gef e.
Heta di qonaxa yekem de radestkirina balafirgeh, deriyên gumrikê û herêmên petrolê ji bo rêveberiya navendî jî dê gelek tiştan biguherîne."
Serdana Serok Barzanî ya Cizîrê
Omer Çelîk li ser rexneyên Devlet Bahçelî yên derbarê serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê û bersiva Ofîsa Serok Barzanî jî axivî.
Çelîk got, "Têkildarî vê yekê Wezareta Karên Navxwe lêpirsînekê dimeşîne. Di encamê de Birêz Barzanî xwedî erkekî çalak nîne.
Helbet divê ewlehiya wî were parastin, Komara Tirkiyeyê xwedî vê şiyanê ye.
Beriya em bikevin weşanê, li ser navê ofîsa wî derbarê birêz Bahçelî de peyameke bêrêzî hat weşandin.
Hevpeyvîneke girîng a birêz Bahçelî di Rojnameya Turkgunê de hat weşandin.
Berdevkekî li ofîsa Barzanî ev daxuyanî daye. Metna hatiye nivîsandin metneke bêrêzî ye. Îfadeyên wekî nijadperest û faşîst tên bikaranîn,
Birêz Bahçelî dema vê nirxandinê dike, nirxandina wî li ser ewlehiyên ku birêz Barzanî diparêzin heye, lê derbarê şexsê birêz Barzanî de nirxandineke wî ya neyînî tune."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse