Hewlêr (Rûdaw) - Ji hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê yên endamê Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anatolyayê (GAIB) sala 2025an bi 12 milyar dolaran hinarde hatiye kirin.
Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anatolyayê (GAIB) ragihand ku hinardeya şirketên endamên wan, sala 2025an li gorî sala 2024an ji sedî 2,7 zêde bûye û bi 12 milyar dolaran hinarde hatiye kirin.
GAIBê da zanîn ku hinardeya wan şirketan daketiye milyarek û 48 milyon û 248 hezar dolaran.
Serokê Koordînatoriya GAIBê Ahmet Fikret Kîlecî ragihand, tevî ku di bazirganiya gerdûnî de saleke tevlihev bû jî bazirganên hinardekar ên herêmê hilberîna xwe domandine û li hemberî krîzan li ber xwe daye.
Piraniya hinardeya Bakurê Kurdistanê ji parêzgeha Dîlokê hatiye kirin.
Sala 2025an ji Dîlokê bi 10 milyar û 145 milyon dolaran hinarde hatiye kirin.
Dîlok li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê şeşemîn e ku herî zêde hinarde kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse