Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona pêvajoya çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê îro bicive.
Komîsyon dê di civînê de dê şeklê dawî yê xebatên rapora hevpar diyar bike.
Xebatên li ser rapora hevpar a li Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê didomin.
Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin dê îro saet 14:00an civîna xwe ya 5emîn li dar bixe.
Di komîsyona pêvajoyê de beriya niha 4 civîn hatibûn kirin ku xebatên rapora hevpar hatibûn gotûbêjkirin.
Tê pêşbînîkirin ku di civîna 5emîn de piştî wergirtina nêrînên endamên Komîsyonê şeklê dawî bidin rapora hevpar.
Tê gotin ku piştî lihevkirina HSD û birêvebiriya Şamê dibe ku di nav yek-du hefteyan de rapor temam bibe û pêvajo derbasî qonaxa yasayan bibe.
Ji aliyê din ve, tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de Heyeta DEM Partiyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicive û piştî wê jî ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan biçe Îmraliyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse