Hewlêr (Rûdaw) - Muftîtiya Navçeya Giyadînê ya Agiriyê ferman da ku "ji xeynî Tirkî bi ti zimanî xizmet nayê dayîn."
DEM Partiyê bertek nîşanî vê biryarê da.
DEM Partiyê diyar kir ku astengkirina îbadet û xutbeya bi zimanê dayîkê tê wateya zexta li ser ziman û baweriya gelan û xwest ku ev biryar were betalkirin.
Komîteya Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Muftîtiya Giyadînê di koma WhatsAppê de ferman dabû meleyên xwe û gotibû, "Ji xeynî Tirkî bi ti zimanî xizmetê nedin."
Komîteya Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê jî li ser vê fermanê daxuyanî da.
“Qedexekirina zimanekî li dijî baweriyê ye”
Komîteyê di daxuyaniyê de bal kişand ser Sûreya Rûmê û got:
“Di ayeta 22yan a Sûreya Rûmê ya Qurana Pîroz de tê gotin, ‘Cudabûna ziman û rengên we ji ayetên Xwedê ne.’
Qedexekirina zimanekî ku wekî ayeta Xwedê tê pênasekirin, ne tenê tercîheke siyasî ye. Ev helwest li dijî heqîqeta civakî û nirxên baweriyê ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema ol bi zimanê gelan re digihêje hev wateyê peyda dike û wiha hat gotin:
"Dema ol dibe amûra polîtîkayên desthilatê, nake yek lê ji hev vediqetîne.
Tabloya îro ya ku derketiye holê bi temamî ev e. Dezgehên dînî divê alîkariya aştiya civakî bikin.
Nayê qebûlkirin ku ew dezgeh bibin amûrên zextên li ser ziman û nasnameya gelê Kurd.
Di bingeha Îslamê de înkar tune ye. Di Îslamê de wekhevî, edalet û bihevrejiyana gelan heye."
"Divê li hemû cihan xutbe bi zimanê dayîkê bin"
Komîteya DEM Partiyê bi bîr xist ku niha careke din qala çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan tê kirin û daxuyand:
"Di demeke wiha de pêwîst e dezgehên olî ne cudakar bin lê nêzîkatiyeke ku bihevrejiyanê xurt dike bi pêş bixin.
Eşkere ye ku pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî dikarin bi rêyên demokratîk û sivîl werin çareserkirin."
DEM Partiyê ragihand ku ew dixwazin li hemû cihên baweriyê îbadet û xutbe bi zimanê dayîkê bin û wiha pê de çû:
"Azadiya ol û wijdaniyê tenê bi vî awayî dikare bi pêş bikeve.
Çareseriya Pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê ji hev ne cuda ne.
Mezinkirina aştiya civakî û xurtkirina jiyana demokratîk berpirsyariya me hemûyan e.
Ji ber vê yekê, em bangî Serokatiya Kar û Barên Diyanetê û muftîtiyan dikin ku dev ji kiryarên zordar ên li ser ziman û baweriya gelan berdin.
Em bangî Muftîtiya Giyadînê jî dikin ku demildest vê biryara xwe betal bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse