Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê di lêpirsîna derbarê mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaişê de astengiyeke din a hiqûqî hat derbaskirin.
Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê, biryara Parêzgariya Wanê ya ku nedihîşt lêpirsîn derbarê birêvebiriya Saziya Kredî û Şevîmanan (KYK) bê destpêkirin, li dijî hiqûqê dît û betal kir.
Biryara parêzgariyê ji dadgehê vegeriya
Serokê Baroya Wanê û parêzerê malbata Rojîn Kabaişê Sînan Ozaraz, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Ozaraz diyar kir, "Di lêpirsîna derbarê mirina Rojîn Kabaişê de, tevî xemsarî û qisûrên birêvebiriya şevîmanê jî Lijneya Îdareyê ya Bajêr a Parêzgariya Wanê biryar dabû ku 'destûr nede lêpirsînê'.
Li ser îtiraza me, ev biryar ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erzîromê ve hat rakirin, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin."
Pêştir xwestibûn bi hinceta qisûr û xemsariya birêvebiriya şevîmanê, li şevîmana ku Rojîn Kabaiş lê dima lêkolînekê bidin destpêkirin lê ev daxwaz ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatibû redkirin.
Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erzîromê îtiraza ku bi rêya parêzerên malbatê hatibû kirin nirxand.
Dadgehê biryara parêzgariyê betal kir û destûr da ku derbarê birêvebiriya şevîmanê lêpirsîn bê kirin.
Îdiayên xemsariyê dê bên lêkolînkirin
Piştî vê biryara dadgehê, dê were lêkolînkirin bê ka di şeva ku Rojîn Kabaiş wenda bûye û di pêvajoya piştî wê de kêmasiyeke ewlehiyê an jî xemsariyeke agahdarkirinê ya birêvebiriya şevîmanê heye yan na.
Xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaişa 21 salî, 27ê Îlona 2024an piştî ku ji şevîmana xwe derketibû winda bûbû.
Piştî xebatên lêgerînê yên 18 rojan, termê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin.
Pêvajoya dadî ya derbarê bûyerê de didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse