Serok Barzanî: Helwesta we ya ji bo Rojavayê Kurdistanê serbilindî ye

2 demjimêr berê
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Gelê Kurdistanê Spasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo helwesta wan a derbarê Rojavayê Kurdistanê spasiya xelkê Kurdistanê kir.

Dema Rojavayê Kurdistanê di bin êrişa çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de bû gelê Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariyê seferber bû.

Serok Mesûd Barzanî bi rêya Baregeha Barzanî peyamek belav kir û got:

“Ev helwesta wan dîrokî ye û cihê serbilindî û rûmet û qedirgirtinê ye.”

Peyama Serok Barzanî ev e:

“Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Gelekî spasiya hemû welatiyên delal ên Kurdistanê dikim ji bo bidengvehatina wan a dilsoz, di berhevkirina alîkarî û piştgiriyê de ji bo xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê.

Ev helwesta wan dîrokî ye û cihê serbilindî û rûmet û qedirgirtinê ye.

Her wiha, destxweşî û spasiyên taybet ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û hemû rêxistin û alî û kesayetî û medyayên ku di berhevkirina alîkarî û pêdivî û piştgiriyê de ji bo xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê de rol lîstiye, dikim û hewl û keda wan bi bilind dinirxînim.

Erkekî neteweyî û niştimanî bi awayê herî baş pêk anîn. Bê guman ev helwest dê bandorê li ser bilindbûna hesta niştimanperwerî û hişyariya neteweyî bike.

Xelkê delal ê Kurdistanê careke din ew rastî ji hemû cîhanê re ducare kir ku gelê Kurdistanê di xweşî û nexweşiyê de hevpar û hevxem û pişt û penaya hev e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst