Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi telefonê axivîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêwendiya telefonî ya di navbera Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê nirxand.
Her du aliyan her wiha li ser bipêşkettinên dawî yên şer û aloziyên li herêmê guftûgo kir.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du alî li ser girîngiya parastina aştî, aramiya herêmê hevfikir in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse