Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Ebyad Ebyadê ya di navbera parêzgeha Hisîçayê ya di bin îdareya Rêveberiya Xweser û Reqayê de xaleke ewlehiyê ya hevpar hat avakirin.
Li gorî peymana di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser (Asayîş) û Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Şamê de, li ser rêya Ebyad Ebyadê xaleke ewlehiyê ya hevpar hat avakirin.
Piştî avakirina xala ewlehiyê ya hevpar, hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê vekişiyan Reqayê.
Hikûmeta Şamê ji bo xala ewlehiyê ya hevpar hêzeke xwe ya ji 10 kesî li wir hişt.
Dorpêça li ser Kobaniyê didome
Li aliyê din, hat ragihandin ku dorpêça li ser Kobaniyê ya ku 20ê Kanûna Paşîn dest pê kiribû di roja 43yan de didome.
Tê pêşbînîkirin ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê yên li gundên derdora Kobaniyê di rojên pêş de vekişin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse