Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke payebilind a Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ku ji Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara YPJyê Rohilat Efrîn pêk tê, li Berlîna paytexta Almanyayê rêzehevdîtinên dîplomatîk pêk anîn.
Îlham Ehmed di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku wan ji rayedarên Alman xwestiye piştgiriya peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de bikin û tekezî li ser garantîkirina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de kir.
Şandeya Rêveberiya Xweser li Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) bi Alîkarê Serokê Parlamentoyê û parlamenterên frakisyonên cuda re civiya.
Di civînan de rewşa dawî ya Sûriyeyê, peymana vê dawiyê û paşeroja herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.
"Pêwîstî bi mekanîzmayeke çavdêriyê heye"
Îlham Ehmed derbarê daxwazên wan ên ji hikûmeta Almanyayê û welatên Ewropayê de hûrgilî dan û diyar kir ku xala herî girîng bicihanîna peymana agirbestê ye.
Îlham Ehmedê got, "Ya yekem, mijara agirbesta ku di 29ê mehê de hat îmzekirin e.
Ya duyem jî şopandina vê peymanê di warê pratîkî de ye. Bêyî şopandin nabe.
Me daxwaz kir ku komîsyonek were avakirin da ku ev peyman bi awayekî rast û pîvanî li ser erdê were bicihanîn."
#VÎDEO - Îlham Ehmed li Almanyayê: Divê mafên Kurdan di destûrê de bên garantîkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 4, 2026
💢 Şandeya Rêveberiya Xweser li Parlamentoya Almanyayê daxwaza piştgiriyê kir
🗣️ Îlham Ehmed ji Ala Şaliyê re axivî:
🎙️ “Biryarên yekalî yên Şamê dibin sedema aloziyên nû”
🎙️ "Kurd timî ji… pic.twitter.com/KQixWRiEVU
"Divê Sûriyeya nû Kurdan înkar neke"
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve bal kişand ser giringiya garantiya destûrî ji bo gelê Kurd û diyar kir ku divê ew zilm û înkara dîrokî dubare nebe.
Îlham Ehmed wiha axivî, "Garantiya destûrî pêwîst e. Bi taybetî wekî Kurd, miletek e ku her tim li derveyî destûrê hatiye hiştin û hatiye înkarkirin.
Zilemeke mezin li Kurdan hatiye kirin. Êdî divê dewleta Sûriyeyê ya nû, bi rastî jî 'nû' be.
Divê Kurdan înkar neke û mafên Kurdan di nav destûrê de fermî bike."
Her wiha Îlham Ehmedê destnîşan kir ku di çarçoveya peymana 29ê mehê de, wan daxwaza alîkariyê kiriye ji bo avedankirin û binesaziya herêmên Kurdan li gorî taybetmendiya herêmê.
Çima Komîsyona Navneteweyî giring e?
Li ser pirsa Rûdawê ya derbarê giringiya avakirina komîteyeke navneteweyî û sedema derengketina hin gavan (wekî ranekirina dorpêça li ser Kobaniyê), Îlham Ehmedê wiha bersivand:
"Hinek guherîn di rewşê de çêbûn lê şopandina wê hîn jî pêwîst e.
Ev komîsyona ku pêwîst e were avakirin, çi di asta navneteweyî de be yan bi şêwazekî din be, divê hebe.
Zehmetî hene, lewma me xwest ev mekanîzma hebe da ku gav bi gav pêvajoyê bişopîne."
Îlham Ehmedê xalên ku divê bên şopandin wiha rêz kirin:
- Tevlîbûna nava hikûmetê.
- Temsîliyeta di destûrê de.
- Vegera penaberan (bi taybetî xelkê Efrînê û herêmên din).
- Serbestberdana girtiyan.
Îlham Ehmedê her wiha got, "Ev gavên ku diviyabû pêk bihatana, hinek ji wan pêk hatine lê hinek jî dereng mane.
Eger komîsyonek hebe dê van bişopîne û pêvajo dê zûtir pêş bikeve."
Redkirina qeymeqam û birêvebirên ji derve
Di beşeke din a hevpeyvînê de, Îlham Ehmedê nerazîbûna xwe li hemberî danîna qaymeqam û birêvebirên ji derve (yên ku ne xelkê Kobaniyê ne) ji aliyê hikûmetê ve nîşan da.
Îlham Ehmedê bi awayekî zelal got, "Nabe wisa be. Ne qaymeqam û ne jî berpirsên birêveburiyên din ên li herêmê nabe ji derve bin.
Divê ew bi xwe (hikûmet) jî li gorî qanûna xwe tevbigere, wekî mînak Qanûna 107an.
Qanûna 107an îtîrafê bi rêveberiyeke xwecihî dike.
Lê wan xwest vê yekê red bikin û careke din sîstemeke navendî ferz bikin.
Ev yek bi xwe re aloziyeke nû tîne, lewma ev şêwaz nayê qebûlkirin."
Hêjayî gotinê ye ku ev serdana şandeya Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku hewlên dîplomatîk ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û misogerkirina mafên Kurdan di qonaxa veguhêz de zêde bûne.
Şande piştî Parlamentoyê, bi berpirsên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê re jî civiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse