PDK: Herêma Kurdistanê ne beşeke vî şerî ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PDK Îran Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 35emîn salvegera raperîna sala 1991ê peyamek belav kir û tê de tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerê ku li herêmê hatiye hilgirtin e.

PDKyê her wiha daxwaz ji hikûmeta federal kir ku rê li ber êrişên milîsan ên li ser Herêma Kurdistanê bigire.

Mekteba Siyasî ya PDKê bi boneya salvegera raperînê daxuyaniyek belav kir.

PDK raperînê wekî werçerxaneke dîrokî û destpêka qonaxeke nû ya hikûmdariyê bi nav kir ku bûye sedema damezrandina parlamentoyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Beşek ji daxuyaniya PDKyê taybet e bi wî şerê ku ji 28ê Sibatê ve herêm girtiye nav xwe. Ç

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî (şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê) ye lê rewşeke aloz derketiye holê."

PDK behsa wan êrişên ku li ser Hewlêrê tên kirin kir û got:

"Pêwîst e hikûmeta federal erkê xwe yê destûrî pêk bîne û rê li ber milîs û çekdarên li derveyî yasayê bigire ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin."

Mekteba Siyasî ya PDKyê tekezî li ser yekdengî û yekhelwestiya hêzên siyasî di pirsên stratejîk de dike.

PDKyê her wiha got, "Herêma Kurdistanê dê nebe cihê nerehetkirina cîranan, bi heman awayî li benda rêzgirtina cîranên xwe ye.

Rewşa siyasî ya herêmê bi qonaxeke hestiyar û çarenûssaz re derbas dibe; pêwîst e em hemû ji bo seqamgîriya Herêma Kurdistanê û parastina destkeftiyan bixebitin."

PDKyê amaje pê dike ku pêwîst e Îraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî ji dijberiyan û kişandina nav şer bên dûrxistin.

Mekteba Siyasî ya PDKyê her wiha daxwaz ji welatiyan dike ku wekî her dem piştgir û hevalbendê dezgehên ewlehiyê bin ji bo derbaskirina vê rewşa awarte.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst