Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fransa Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Jean-Noel Barrot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê şeva borî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re bi rêya telefonê axivî.

Wezîrê Fransayê "hevsozî û piştevaniya" welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku  derengiya şeva borî Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daniye.

Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiyê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê hevsozî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê, li hemberî wan êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, dubare kir.

Her du aliyan rûdanên berdewam ên li herêmê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan nirxandin.

Her wiha ew li ser berdewamiya hevahengiya nêzîk a di navbera her du aliyan de ji bo parastina aramî û seqamgiriyê hevnêrîn bûn.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Fransa û civaka navneteweyî ya di aramkirina aloziyan û dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer de kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst