Hewlêr (Rûdaw) - Vê sibehê bi mûşekan êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li nêzîkî Dêgeleyê ya navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Berpirsê pêwendiyan ê wê partiyê ragihand ku di êrişê de pêşmergeyek şehîd bûye.
"Pêşmergeyekî me şehîd bû"
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalidiyan ji Rûdawê re got:
"Di encama êrişeke li ser baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê ya li nêzîkî Dêgeleyê de, pêşmergeyekî me yê bi navê Celal Reşîdî şehîd bûye.
Celal Reşîdî xelkê Seqizê ye û zarokekî wî heye."
2 mûşek hatin avêtin
Edîb Xalidiyan her wiha destnîşan kir ku "Êriş bi rêya 2 mûşekan hatiye kirin.
Ji bilî şehîdbûna pêşmergeyekî me, 3 pêşmergeyên din jî birîndar in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse