Qulingên koka wan li ber qelanê Dêrsim ji xwe re kirin sitargeh

06-04-2020
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qulingên stûqeleq ên hindik maye koka wan biqele û bûne mijara gelek kilaman li navçeya Pulur a Dêrsima Bakurê Kurdistanê cihêke avî ji xwe re kirin sitargeh.

Navçeya Pulur a ku bilindahiya wê 1500 e û di nav çiyayên Munzurê de ye, ji ber av û hewaya xwe ji gelek ajelan re mazuwaniyê dike. 

Li wir werdek, rovî, beraz, hirç, pezkovî, çivîk, werşeq û gelek ajelên din dijîn ku yek ji wan jî quling e.

Ji ber ku êdî bihar hat û xweza ji nû ve zîndî bû û êdî qulingên dibin mijara gelek kilaman jî li vir tên dîtin.

Qulingên stûxeleq zivistanê ber bi başûr ve diçin, biharê û havînê jî koçî bakur dikin. 

Qulingan li taxa gundê Çakmakliyê cihên avî û yên qamîş lê hene ji xwe re kirin sitargeh û li wir dijîn, difirin û ji xwe re li xwarinê digerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst