Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got, "Tirkiye niha li ser axa Rojavayê, bi berdewamî eşîrên Ereb organîze dike û di pey operasyon û aqilekî wisa de ye ku dixwaze Kurd li ser wê axê bi tena serê xwe bimînin."
Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Dêrsimê, li Salona Konferansê ya Huseyîn Guntaş konferansek bi navê 'Rojhilata Navîn û Aştî' li dar xist.
Konferans ji du rûniştinan pêk hat û moderatoriya wê Parêzer Çagla Yolaşanê kir.
Ji Zanîngeha Munzurê Doç. Dr. Ozkan Gokçan, ji Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz û Rojnameger Fatih Polat wekî axivger beşdar bûn.
Rojnameger Fehim Taştekin jî bi awayekî online beşdarî konferansê bû.
Di rûniştina yekem a konferansê de panela bi navê "Guhertinên di nav têkiliyên hêzan de û bipêşketinên li Rojhilata Navîn" hat lidarxistin.
Doç. Dr. Ozkan Gokcan diyar kir ku pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê di sala 2011an de dest pê nekiriye û wiha got:
“Li Sûriyeyê şer derket. Piştî şer, Esed ji bakurê Sûriyeyê vekişiya. Kurdên ku li wir derfet dît, di cih de kontrol xist destê xwe.
Beriya wê tiştek tune bû. Wekî ku ji derfetekê sûd wergirtibin dihat dîtin.
Di rastiyê de, bersiveke vê ya dîrokî heye. Yanî ev ne diyardeyeke ku ji nişka ve derketiye holê ye.
Heke hûn bala xwe bidinê, di medyayê de meseleya Kurdan a li Sûriyeyê bi giştî wekî mijareke ku di sala 2011an de dest pê kiriye, piştre bi xweseriyê berdewam kiriye, paşê rengên cuda wergirtiye û bi rûxandina rejîma Esed re jî veguheriye rewşeke din, tê vegotin.”
Doç. Dr. Arzu Yilmazê jî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê kiriye û anî zimên:
"Her çend ne hêsan be ku em xwe bispêrin daneyan jî, li gorî gavên ku heta niha avêtine, profilekî Çînê derdikeve pêşberî me ku hewl dide valahiya ku Amerîkayê li Rojhilata Navîn hiştiye dagire.
Em dibînin ku ew Çîn jî niha di rêza pêşîneyên xwe de zêdetir bi paşxaneya xwe re eleqedar e. Lê bêguman, ev ne tiştekî ku îro derketiye holê ye.
Ji sala 2015an ve Rûsya ne di wê astê de ye ku cihê Amerîkayê dagire û ez dixwazim bi taybetî tekezî li ser vê bikim; ew ne li dijî Amerîkayê, lê bi lihevkirineke li gel Amerîkayê, wekî lîstikvanekî nû li qadê heye.
Ji sala 2015an ve heye û dê ji niha û pê ve jî hebe. Lê ez ducare dikim, ne mimkin e ku em Rûsyayê di profilekî wisa de bibînin ku valahiya piştî serdema post-Amerîkî bi qasî Amerîkayê dagire.”
"Hevrêziya Kurdan Kendav e"
Yilmazê li ser pozîsyona Kurdan jî wiha axivî:
“Kurd bi hesasiyeta man û nemanê tevdigerin. Bi qasî ku ez dibînim, eger hewce bike ku em di çarçoveya naskirina aktor û fêmkirina pozîsyonan de pênase bikin, muhatabê me nikare bibe Amerîka û stratejiya me ya man û nemanê nikare li ser bingeha Amerîkayê be.
Lîstikvanê nû Rûsya jî ne di pozîsyoneke wisa de ye ku di stratejiya me ya man û nemanê de zêde alîkariya me bike.
Ji ber vê yekê, sînorên vê hene. Tiştê sereke yê ku dê li vir jiyanê ji nû ve şekil bide, têkoşîna hêzê ya di navbera hêzên herêmî de ye.
Ji ber vê yekê, ew bi xwendineke nû ya hevrêzbûn û pozîsyongirtinê ya ku têkiliyên me yên bi aktorên herêmî re dixe navendê, bi rê dikevin.
Û divê ez li vir eşkere bibêjim, min sê sal berê ev tişt gotibû. Ez wisa difikirim ku dema Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire, hêza ku Kurd neçar in û divê pê re hevrêz bibin Kendav e.”
Yilmaz li ser Pêvajoya Çareseriyê jî wiha axivî, "Di qonaxa ku em gihiştinê de, hem ji bo Rojava, hem ji bo Kurdistana Îraqê û di çarçoveya pêvajoyê de ji bo Kurdistana Sûriyeyê jî dikarim bibêjim, wekî ku Ocalan jî gotiye, xuya ye ku Kurd di heman rûpelê de gihiştine hev.
Û di vê hevrêzbûna nû de, ji ber sedemên çandî, dîrokî, konjonkturî, nifûsî û cografî, xuya ye ku wan pêşî li şansdayîn û ceribandina pozîsyongirtineke bi dewleta Tirk re daye.
Lê gelo di dawiya rojê de dê ji vê aştiyek derkeve? Eger her tişt baş biçe, aştî dê piştî wê çêbibe. Lê tiştê ku van hemû hevrêzbûnan fêrî me dike ew e ku ne aştiyeke ji îro heta sibe, berevajî, dibe ku rewşek derkeve holê ku tê de têkoşîneke hêzê ya pir cidî neçarî ye û carinan bi qezayeke rê, hûn dibînin ku alî li hev dixin. Ez difikirim ku em li Rojhilata Navîn di demek wisa de ne."
"Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke nû heye"
Alîkarê CHPyê Gokhan Gunaydin jî li ser xebatên komîsyonê axivî û got:
"Hêviya me ji vê pirsgirêkê çi ye? Bila ez careke din bibêjim ku girîngiya fikra min a şexsî qet tune.
Ez hêvî dikim û dixwazim ku ev amûreke ku divê bê ceribandin e û em karibin ji vir hin encaman ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê derxînin.
Kî vê yekê naxwaze? Em hewl didin. Tevî hemû rexne û heta êrişên ji hundir û derve, em ji ber vê sedemê di komîsyonê de dimînin.
Em çi karibin jê derxînin, em dê bi hev re derxînin. Em hemû tiştên ku ji komîsyonê bên derxistin derxînin.
Ji bo aştî, demokrasî û edaleta Tirkiyeyê em bi hev re bixebitin. Lê bila em ji bîr nekin ku ew ji bo hilbijartina pêşwext 360an an jî ji bo guhertina destûrê 360an digerin.
Divê em wê nedin wan. Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke nû heye. Ev destûr ji mêj ve ji pênaseya destûra Kenan Evren derketiye.
Ji ber ku destûrek e ku ji sedî 75ê wê hatiye guhertin. Ev destûr, herî zêde dikare wekî destûra Recep Tayyîp Erdogan bê binavkirin.
Ev destûr divê teqez bê guhertin, lê divê bi van mirovan re neyê guhertin. Ji ber vê yekê, divê ev hemû plansazî rast bê kirin û hêzên demokrasiyê jî bi hev re bên girtin."
"Heya ku Kurd xeta têkoşînê neguherînin dê bibin mixatabê komkujiyê"
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û got:
"Pirsgirêka Kurdan di qonaxa heyî de, neçar e ku bi têkoşîna edalet û wekheviyê ya bindestan re bê nirxandin.
Binêrin, em dikarin vê yekê tenê bi mînakekê rave bikin.
Tirkiye niha li ser axa Rojavayê, bi berdewamî eşîrên Ereb organîze dike û di pey operasyon û aqilekî wisa de ye ku dixwaze Kurd li ser wê axê bi tena serê xwe bimînin, wan tengav bike û her ku tengav dike, atmosfera dijminatiyê ya bi gelên din re zindî bihêle.
Heta eger em di çarçoveya aborî-polîtîk de binirxînin, gelek pêşniyarên derbarê petrola li ser axa Rojava hene; wekî birêvebirina bîrên petrolê û hwd.
Li hemberî vê, tevgera Kurd dibêje, ‘Ji bo min xweparastina herî mezin ne tenê têkoşîna çekdarî ye.
Ji bo min xweparastina herî mezin, pûçkirina siyaseta ‘parçe bike û birêve bibe’ ya modernîteya kapîtalîst e û organîzekirina têkoşîna hevgirtî ya gelan e.’
Heya ku em vê hevgirtinê pêk neynin, bila qezenckirina têkoşîna hebûnê û statuyê bimîne aliyekî, heya ku gelê Kurd têkoşîna hevgirtî ya gelan neke xeteke têkoşîna siyasî, dê her dem bibe mixatabê komkujiyê."
Rojnameger Fehim Taştekin jî bi awayekî online beşdarî konferansê bû û ev tişt anîn ziman:
"Hevkêşeya hêzê, bi komkujiya ku Îsraîlê li Filistînê pêk anî, zextek û atmosfereke tirsê afirand.
Berê komkujiyeke hêdî hebû, bi derfeta ku ket destê wê, komkujê hat lezkirin.
Li Libnanê eger çek neyên radestkirin, dibe ku bibe welatekî ku berdewam lê bê xistin.
Ya din Sûriye ye; anîna Sûriyeyê ji bo rewşeke ku nikaribe gefê li Îsraîlê bixwe, ji ber ku Îsraîlê hemû avahiya wê hilweşand.
Sûriye dê bibe welatekî bi tevahî girêdayî û di bin gefê de. Libnan û Sûriye bi vî rengî girêdan.
Ne hêsan e ku mirov di navbera encamên şokdar û armancan de têkiliyekê deyne. Dixwaze hemû Rojhilata Navîn, Tirkiye jî di nav de, hevrêz bike.
Lê her tişt wekî ku Amerîka dixwaze jî nabe, bi taybetî piştî êrişa Qeterê, hêzên alîgirên Amerîkayê yên li herêmê fêm kir ku ew bi xwe jî nayên parastin. Ev ne tiştekî nû ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse