کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Beşek xelkê Amedê ji ber Koronayê vegeriyane gundan

Mehdî Mutlu

Mehdî Mutlu

04-04-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu04-04-2020

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Amed (Rûdaw) – Wek kabûseke gerdûnî vîrusa koronayê li bajarê Amedê jî jiyan li xelkê bajrê t eng kiriye û ji ber ve yekê beşek ji şêniyên bajêr bi mebesta xwe ji dûrxistina vê vîrusê berê xwe dane gundan.

Hemû dewletên cîhanê ji bo ku xelkên xwe ji tûşbûna vîrusa Koronayê biparêzin bi rêbazên curbicur bergiriyan digirin û bang li welatiyiyên xwe dikin da ku ew ji malên xwe dernekevin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî rêjeya tûşbûn û qurbaniyên vê nesaxiyê roj bi roj zêdetir dibin; xelkên bajarê Amedê jî wek li hemû cîhanê ji qelebalixiyê dûr dikevin, nemaze ewê ku temenên wan serdestê 60an in û  nesaxiyên wan ên kronîk hene xwe dispêrin gundên xwe.

Tîmên şaredarî û asayîşa Amedê hişyariyên bi Kurdî û Tirkî li xelkê dikin da ku ew dernekin derve an jî ji hev dûr bikevin.

Derketina derve ya wan kesên ku temenê wan bi ser 65an e qedexe ye, ketina banka û saziyên fermî bi dorê têne kirin û herwisa li her cîheke ku qelebalix kom dibe polîs sekinandîne.

Ji aliyeke din ve rêjeya bikaranîna maske û lepêkan roj bir roj zêdetir dibe, bajarekî ku nifûsa wê gihiştiye derdora 2 milyonan kesan wisa hizir dike ku dibe vîrus li her derê belav bibe.

Li gundê Bazmar a Hezro ya Navçeya Amedê ku 85 km ji bajêr dûr e, heta 20 roj berê jî tenê malek di gund de bû;  lê îro ew gund ji ber tirsa koronayê bûye stargeh û xelkên wê lê vegeriyane.

Gund bi rengên biharê xemilî ye, li vê derê telefon û înternet nîne û Tevfîk Aksak û hevjîna xwe nemaze li nûçeyan temaşe nakin da ku ew koronayê ji rojeva jiyana xwe derbixin.

Welatiyê bi navê Tevfîk Aksak dibêje: “Nesaxiya dil û zextê bi min re heye, ez bi tevî zarokên xwe ve li nav bajarê Amedê dijîm, ev korona derket û zarokên min gelek tirsiyan, ez û hevjîna min rêkirin gund. Ew xebatkar in li bajêr dewamê wan hene, nekarîn werin,  heke rewş xerabtir lê were ew jî dê werin. Gund xweş e, metirsiya vîrusê li vê derê nîne, kesek nayê û naçe, ev der ji bo me ewletir e ji bajêr."

Welatî Remziye Aksak jî got: “Em li vê derê rehet in; lê meraqa min zarokên min ên bajêr in, xwezî ew jî werin vê derê; hêviya min ewe ku ev nesaxî ji holê rabe û em bi dilê rehet vegerin mala xwe.”

Yek ji wan jî Hakan Siraçoglu ye ku ew li bajarê Amedê belênder e; lê niha vegeriyaye gundê xwe û ew dibêjî: “Min dikana xwe girt û karmendên xwe rêkirin mala wan, ez bi xwe jî hatim gundê xwe li vê derê tirsa min kêmtir e, hêvî dikim ku ev belaya vê vîrusê bi zutîr rabe û em dîsa vegerin ser karê xwe.”

Li gor amarên ku her roj têne nûjenkirin hejmara tûşbûyîyên koronayê li cîhanê  derkete ser 1 milyonê û zêdetir 50 hezar kes bûne qurbaniyên vê vîrusê.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên