Serok Barzanî: Bila Cejna Qiyamê bibe wesîleya kûrtirbûna pêkvejiyanê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cejna Qiyamê Xiristiyanên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî ji bo hatina Cejna  Qiyamê, peyameke pîrozbahiyê ji Xiristiyanên Îraq, cîhan û Kurdistanê re belav kir.

Serok Barzanî hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya kûrtirbûna çanda pêkvejiyanê li herêmê.

Serok Mesûd Barzanî 4ê Nîsana 2026an di peyama xwe de pîrozbahiyên herî germ gihandin Xiristiyanan û got, "Ez bi helkefta hatina Cejna Qiyamê ya Hezretî Mesîh, pîrozbahiyê li hemû Xiristiyanên Îraq, Kurdistan û cîhanê dikim."

Serok Barzanî di peyama xwe de her wiha bal kişand ser pêwendiyên di navbera pêkhateyan de û anî wiha got, "Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xurtbûna biratiyê da ku Xiristiyan û hemû pêkhateyên dînî û neteweyî yên din li Îraq û herêmê di nav aştî û aramiyê de bijîn."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de ji bo Xiristiyanan hêviya xêr û xweşiyê xwest û got:

"Cejna we pîroz be û her di nav xêr û xweşiyê de bimînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst