Bi dronan êrişî Koye, Hewlêr û Silêmaniyê hatiye kirin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koye Hewlêr Silêmanî Êrişên Bi Dronan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îşev bi dronan êrişî bajarên Koye, Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îşev bi 4 dronên bombebarkirî êrişî bajarê Koyeyê hate kirin.

Hemû dron teqiyan lê ti zererên canî çênebûn.

Her wiha, li navenda bajarê Silêmaniyê dronek li nêzîkî projeyeke xaniyan ket xwarê û ti zererên wê tune bûn.

Nêzîkî saet 18:00an jî, 2 dron li asmanê bajarê Hewlêrê ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin pûçkirin.

Di vî êrişî de jî ti zerer nehatin çênebûn.

Ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ve ango ji 28ê Sibatê ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê bê navber didomin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst