Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê lîsteyeke nû ya bihayên mazota ku wekî alîkarî tê dayîn belav kir.
Di bihayên nû de guhertinên berbiçav çêbûne.
Hinek biha hatine zêdekirin û hinek jî wekî xwe mane.
Bihayên nû yên mazotê
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Sotemeniyê, lîsteya nû ya bihayên mazotê li gorî dolarê Amerîkî bi vî rengî ye:
• Mazota Çandiniyê: Ji 1300 lîreyên Sûrî derket 0,25 sentan.
• Mazota Saziyan: Ji 3050 lîreyên Sûrî derket 0,55 sentan.
• Mazota Pîşesaziyê: Ji 2200 lîreyên Sûrî derket 0,55 sentan.
• Mazota Firneyên Geştiyariyê (Taybet): Ji 2050 lîreyên Sûrî derket 0,55 sentan.
• Mazota Azad: Bihayê wê wekî 0,75 sentan hat diyarkirin.
• Mazota Veguhastinê: Bihayê wê wekî xwe ma, ango 525 lîreyên Sûrî ye.
• Mazota Xizmetguzariyê (Jenerator û Firneyên Giştî): Bihayê wê nehat guhertin û li ser 125 lîreyên Sûrî ma.
Birêvebiriyê diyar kir ku derbarê bihayê mazota germkirinê (ya malan) hîn ti biryar nehatiye dayîn. Bihayê mazota malan di vê lîsteyê de nehatiye diyarkirin.
Bihayê sotemeniyê li Şamê çawa ye?
Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê di dawiya nîsanê de lîsteya nû ya bihayên sotemeniyê belav kiribû.
Li gorî amarên ku 29ê Nîsana 2026an hatine nûkirin, bihayên sotemeniyê yên li Şamê bi vî rengî ne:
Bihayên benzîn û mazotê:
• Mazota Asta Yekem: 0,75 sent
• Benzîna 90: 0,85 sent
• Benzîna 95: 0,91 sent
Bihayên gazê:
• Tûpê gaza malan: 10,50 dolar
• Tûpê gaza pîşesaziyê: 16,80 dolar
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse