Hewlêr (Rûdaw) - Zarokeke Kurd a Êzidî ya ku di 7 saliya xwe de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, îro li Şingalê gihîşt malbata xwe.
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê Husên Qaidî îro Rûdawê re axivî.
Ofîsa navborî ser bi Ofîsa Taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye.
Husên Qaidî got, "Piştî xebatên çend rojan ên li ser dosyeya wê, me îro ew keç gihand nav malbata wê ya li Şingalê."
Bavê wê hîn winda ye
C.E. dema 7 salî bû di êrişa çekdarên DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an de bi endamên din ên malbata xwe re li Şingalê hatibû revandin.
Husên Qaidî li ser malbata wê got, "Pênc kes ji wê malbatê hatine rizgarkirin. Niha tenê bavê wan winda ye."
Ew keçe li Sûriyeyê hatiye rizgarkirin.
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê nexwest wî cihî eşkere bike ku C.E. lê hatiye rizgarkirin.
Qaidî dertbarê sedema vê yekê wiha got:
"Êzidiyên din li wê navçeyê mane û em ji bo azadkirina wan hewl didin."
Hîn 2 hezar û 500 Kurdên Êzidî winda ne
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, di êrişa çekdarên DAIŞê ya li ser Şingalê û derdora wê ya 3yê Tebaxa 2014an de 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatine revandin.
Her wiha bi hezaran Êzidî jî hatine komkujkirin û windakirin.
Husên Qaidî li ser Kurdên Êzidî yên ku hatine rizgarkirin got:
"Heta îro (4ê Gulana 2026an), 3 hezar û 595 Êzidiyên revandî yên di destê DAIŞê de hatine rizgarkirin.
Nêzîkî 2 hezar û 500 kes jî hîn winda ne."
#VÎDEO - Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe pic.twitter.com/kiOaIcxMbw
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 4, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse