Li Wanê di 38 tesîsan de masiyên deqsor tên xwedîkirin

04-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di 38 tesîsên ku nav av û bendavan hatine çêkirin de masiyên deqsor tên xwedîkirin.

Li navçeyên Payîzava, Şax, Erdîş, Bêgir û Miksê ji bo xwedîkirina masiyên deqsor li ser çem û bendavan tesîsên xwedîkirinê hatine avakirin. Heta niha li bajêr 38 tesîs hatine avakirin û salê 3 hezar ton masiyê deqsor û 28 milyon jî masiyên çêlî tên xwedîkirin.

Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê li qadê kar û xebatên xwe didomînin, tesîsan kontrol dikin û ji bo helkirina kêmasiyan hewl didin û xwediyên tesîsan der heqê nexweşiyên masiyan da agahdar dikin.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Îbrahîm Gorentaş ragihand ku av û hewaya Wanê ji bo xwedîkirina masiyan bi kêr tê û wiha got: "Li bajêr 38 tesîs hene û lê masiyên deqsor tên xwedîkirin. Masiyên li vê derê dertên li bajarên der û dorê jî tên firotin."

Gola Wanê ya ku tê de masiyên kefalê hene di qada masîgiriyê de bi kêrî aboriya herêmê tê, vê yekê jî wiha kiriye ku welatî di çêwlikên avî de masiyan xwedî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst