Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li Minbicê li herêma Dêr Hafirê êrişî hêzên wan kiriye.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û got:
“Berbangê îro, saet di 3yan de, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê êrişî çar xalên hêzên me yên li gundê Îmam ê girêdayî herêma Dêr Hafirê kirin.
Hêzên me li hemberî êrişê derketin û ji bo parastina xal û şervanên xwe bersiva pêwîst dan.
Di encamê de pevçûn derket ku 20 deqeyan berdewam kir
Em tekez dikin ku ev êrişa dubarekirî, pêngaveke plankirî ye ji bo aloztirkirina rewşê û gefê li aramiya herêmê dixwe.
Em Hikûmeta Şamê bi temamî ji vê kiryarê berpirsyar dibînin û em her wiha tekez dikin ku hêzên me îro ji her demê zêdetir amade ne ku mafê xwe yê bersivdana rewa bi hemû hêz û biryardariyê bi kar bînin.”
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê doh ragihand ku di êrişeke HSDyê de li çoltera Minbicê, 4 leşkerên wan û 3 sivîl birîndar bûne.
HSDyê jî ew tomet red kirin û diyar kir ku komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê êrişî herêmên sivîlan dikin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê re ragihand ku şeva borî demjimêr 21:40an, hêzeke HSDyê hewl daye derbasî xaleke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê ya li gundê Kiyariyê bibe lê hewldana wan hatiye têkbirin
Li aliyê din HSDyê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kir û ragihand ku berovajî vê yekê, komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê “provokasyonan” dikin û êrişî navçeyên sivîlan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse