Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna demsala çinîna berhema zeytûnan li Efrînê, komên çekdar careke din dest bi gefan li xelkê dikin û ji bo standina bacê ofîsan vedikin.
Ev gav piştî çend mehan tê ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê biryar dabû hemû komên çekdar xwe fesix bikin û tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Hêviyên xelkê pûç derketin
Xelkê Efrînê hêvî dikir ku îsal rewş ji salên borî cudatir be, ji ber ku biryara hikûmeta nû hêviyek li cem wan çêkiribû ku êdî ew dê ji talan û êşandina komên çekdar rizgar bibin.
Lê li gel sozan, komên çekdar careke din çavê xwe berdane berhemên xelkê.
Mafnas Ibrahim Şêxo: Rewş berevajî sozan e
Birêvebiriya Efrînê jî ragihandibû ku ew dê serdestiya komên çekdar li herêmê bi dawî bikin û baregeh û ofîsên wan ên leşkerî û ewlehiyê bigirin.
Lê li gorî parêzer û mafnas Îbrahîm Şêxo tiştê ku niha li ser erdê diqewime, berevajî van sozan e.
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku karê wan ofîsên aborî yên komên çekdar ew e ku, baca bi zorê li ser zeytûnan bisepînin, dest deynin ser mal û milkên xelkê û got:
“Komên çekdar ên wekî Hemzat, Sultan Murad, Emşat, El-Mutasim û Ehrar el-Şerqiye ofîsên xwe yên bi navê ‘mekatib îqtîsadî’ (ofîsên aborî) vekirine û bi destê wan zilm û zordarî li xelkê tê kirin.”
Li gorî agahiyan, li nahiyeya Bilbilê, nivîsgeha koma bi navê "Sultan Murad" çalak bûye û nahêle xwediyên zeviyan berhemên xwe berhev bikin, bi taybetî jî Efrîniyên ku ji koçberiyê vegeriyane.
Li nahiyeyên din ên wekî Raco, Mabata, Şiyê û Cindirêsê jî komên çekdar ên wekî "Emşat", "Hemzat", "El-Muitesim Billah", "Feyleq El-Mecd", "Ehrar El-Şerqiye", "Mihemed El-Fatih" û "El-Muntesir Billah" ji bo heman mebestê ofîsên xwe vekirine.
“Xelkê Efrînê rastî zehmetiyeke mezin tê”
Îbrahîm Şêxo her wiha got, “Xelkê Efrînê rastî zehmetiyeke mezin tê, ji ber ku demsala zeytûnan nêzîk bûye.
Komên çekdar nahêlin koçber vegerin ser mal û milkên xwe û ji wan re dibêjin heta piştî demsalê hûn nikarin vegerin.
Ez texmîn dikim ku ew dixwazin bacê li ser berhemê bisepînin û piştre mal û milkên wan bidin wan."
Demsala çinîna zeytûnan ji nîvê çiriya peşîn ve dest pê dike û heta dawiya salê berdewam dike.
Zeytûn dibe zeyt û dikeve tenekeyên 17 kîlogramî lê komên çekdar an dest datînin ser berhemê yan jî bi zorê ji xwediyên wê bacê distînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse