Berwarî Bala ji nû ve şên dibe: Li cihê dengê topan, niha dengê cotkaran tê

04-10-2025
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Berwariya Bala\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berwariya Bala\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Berwariya Bala Dihok Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Dihok - Piştî operasyonên artêşa Tirkiyeyê, jiyan ji nû ve vedigere çend gundên devera Berwariya Balayê.

Welatî, piştî çend salên koçberiyê, vedigerin ser mal û milkên xwe û bi hêviyeke nû dest bi çandinî û berhevkirina berhemên xwe dikin. Ew behsa rojên dijwar ên şer û aramî û tenahiya niha dikin.

"Li gundê Sererû zendên xwe hildane"

Li gundê Sererû yê devera Berwariya Balayê, dem dema komkirina berheman e.

Jin û mêr bi hev re gûzan dadikutin û berhev dikin. Xelkê gund zendên xwe hildaye û bi coşeke mezin kar dikin. Ji bilî niştecihên gund, ji deverên din jî mirov hatine alîkariyê.

Welatiyê bi navê Leylê Yûsifê ji Rûdawê re got, "Bi Xwedê, elhemdulîlah niha baş e, tenahî û rehetî heye.

Em hatine ser milkê xwe, hatine gundê xwe. Elhemdulîlah berê me nedikarî derkevin ji ber top û teyareyan."

Welatiyê bi navê Yaqûb Yûsif jî wiha got,"Berê ji ber top û teyareyan, ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê, wan nedihişt em werin gund.

Naxweşî hebû, top dihatin nav gundan. Vê gavê ewlehî heye, xweş e, em hemû bi tifaq in û xweş e."

"Rewşa 5 gundên ku hatibûn valakirin"

Her pênc gundên Sererû, Edinê, Dêşîş, Kêste û Çelkê yên Krîstiyanan, piştî operasyona artêşa Tirkiyeyê ya di sala 2021an de hatibûn valakirin. Niha ev gund ji nû ve tên avakirin û aramî li wan vegeriyaye.

Muxtarê gundê Sererûyê Ebdulrehman Hisên got,"Me gund berdabû... Te dît rewşa me çawa bû. Îsal, ji biharê ve, elhemdulîlah em bi mal û eyalên xwe ve li vir in. Aramî û tenahî heye."

"Edinê: Bihişta li ser rûyê erdê"

Li gundê Edinê ku xelk jê re dibêjin "Bihişta li ser rûyê erdê", welatî li civatan rûdinin û rojên valakirina gund bi bîr tînin û bi rewşa niha re berawird dikin.

Cotkarê bi navê Îbrahîm Mihemed jî wiha got,"Edinê bihişta li dinyayê ye. Edinê xweş e, her erdekî tu biçiyê, di nav zeviyekê de kar bikî, kaniyek lê heye. Xwedê Teala wan rojan neyne ku rojê sed top li vir diketin.

Elhemdulîlah niha xelk karê xwe dike. Ya girîng ewlehî ye."

Niha di her yek ji pênc gundên ku di sala 2021an de hatibûn valakirin de, di navbera 10 û 25 malbatan de ji nû ve bi cih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst