Mesrûr Barzanî: Hêza Kurdistanê PDK ye, hêza PDKyê jî hûn in

04-11-2025
RÛDAW
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Nêçîrvan Barzanî Hilbijartin Dihok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Mesrûr Barzanî ragihand ku ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir, divê PDK li Bexdayê bihêz be û di Parlamentoya Îraqê de beşdariyeke wê ya bibandor hebe.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de li Dihokê gotarek pêşkêş kir.

Her wiha Alîkarê duyem ê PDKyê Nêçîrvan Barzanî jî di bangeşeyê de amade bû.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî got:

"Gotara me nîne, ji ber ku bi rastî kiryarên me gotara me ne.

Ew tiştên ku me heta niha kirine, şahidiya wê yekê ne ku PDK çawa kariye xizmeta xelkê Kurdistanê bike."

Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya beşdariya PDKyê ya di hilbijartinan de û got:

"Em li ser coterêyekê rawestiyane ku guherînên li ser asta navxwe û cîhanê didomin.

Ji bo ku em tecrubeya Herêma Kurdistanê biparêzin û bi pêş bixin da ku destkeftiyên zêdetir bi dest bixin, pêwîst e em li Bexdayê bihêz bin û beşdariyeke me ya bibandor di Parlamentoya Îraqê de hebe.

Gelekan buxtan li PDKyê kirin, gotinên neheq û nerast gotin.

Li vir ne pêwîst e em bersiva wan bidin, ji ber ku bersiva nezaniyê bêdengî ye."

"Li cihê ku PDK lê be, aramî lê ye"

Alîkarê Serokê PDKyê ji alîgirên partiya xwe re got:

"Li ser asta navxweyî hewl dan ku destkeftiyên me rawestînin lê bi ser neketin.

Niha PDK li ser asta Kurdistanê ti rikeberên wê nemane.

Lewma hewl dan bi rêyên din û bi avakirina hevbendiyan bi neyarên Kurdistanê re, zexteke mezin li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî li ser PDKyê çêbikin, ji ber ku hest kirin serkeftina PDKyê, serkeftina Herêma Kurdistanê ye lê bi piştgiriya we planên wan bi ser neketin.

Gelek kes niha dibêjin dengê xwe bidin me, em hêz û dengê we ne lê we dît ku li cihê PDK lê nebe, ne kes xwedî hêz bû, ne kes xwedî deng bû û ne jî xwe ji bo Kurdistanê kirin qurban.

Lê her cihê ku PDK lê be, aramî, avedanî û aştî lê heye û Kurdistan parastî ye."

PDK û parastina mafên pêkhateyan

Mesrûr Barzanî derbarê bihevrevejiyan û pêkhateyan got:

"Hewl dan ku guherînan di yasayê de bikin û kursiyên kotayê yên Xiristiyan û Tirkmenan kêm bikin.

Di hilbijartinên borî de, kursiyên Êzidî û Xiristiyanan hatin kêmkirin.

Tiştê ku maye, bi saya PDKyê maye, ji ber ku PDK li ser parastina mafên pêkhateyan e.

PDK ji bo bihevrevejiyan, aştî û mafên hemû neteweyan têdikoşe; ne tenê ji bo yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, ji bo hemû wan mexdûrên li Îraqê yên ku xwe spartine Kurdistanê jî.

Vê carê namzedên me dê parêzvaniya mafên hemû xelkê Îraqê bikin."

Zextên Bexdayê û projeyên aboriyê

Mesrûr Barzanî behsa zextên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê kir û anî ziman:

"Zexta aborî ji aliyê Bexdayê ve li ser Herêma Kurdistanê hat kirin; budce birîn, petrol rawestandin, hewldanên guhertina demografiya Herêma Kurdistanê heta niha jî didomin.

Dadgeh li dijî me bi kar anîn û êrişên dronan li ser me hatin kirin.

Ji bo ku em nehêlin ew siyaset li dijî Herêma Kurdistanê berdewam bike, divê em li Îraqê bin da ku em bi xwe biryarê bidin û çarenivîsa Herêma Kurdistanê biparêzin û nehêlin plan li dijî wê bên danîn."

Alîkarê Serokê PDKyê ragihand:

"Gelek bernameyên me ji bo berfirehkirina aboriya Kurdistanê hebûn, da ku em tenê bala xwe nedin ser tiştekî.

Ew karên ku ji bo bipêşxistina binesaziya Kurdistanê hatine kirin diyar in; niha berhemên cotkarên Kurdistanê tên firotin û li hemû deverên Herêma Kurdistanê festîval tên lidarxistin.

Derî ji bo hinardekirina berheman hatiye vekirin."

Mesrûr Barzanî her wiha soza dabînkirina karebayê da û got:

"Gelekan Projeya Ronahiyê wekî xewnekê didît lê niha bûye rastî.

Parêzgeha Dihokê û gelek cihên din sûd jê wergirtine û saleke din dê hemû Herêma Kurdistanê bibe xwediyê karebaya 24 saetî.

Ji bo nehîştina qeyrana avê, gelek bendav hatine çêkirin û em dê di çêkirina wan de berdewam bin."

Mesrûr Barzanî ji xelkê Dihokê xwest ku careke din baweriya xwe bi wan bînin û ragihand ku kiryarên wan şahid in û ew dê di xizmeta welatiyan de bin.

Derfetên kar ji bo ciwanan

Mesrûr Barzanî derbarê derfetên kar ên ji bo ciwanan jî da zanîn:

"Ji bo ku ciwanên me di sektora giştî de bên tayînkirin, divê yasayên hikûmeta federal bên guhertin, ji ber ku ew niha rêgir in.

Divê namzêdên me di vê xulê de wî karî bikin û bi çavekî li xelkê Îraqê û Herêma Kurdistanê jî bê nihêrîn û ên ku pêwîst e di sektora taybet de bên tayînkirin, sûdê ji tayînkirinê wergirin.

Lê me girîngiyeke mezin daye sektora taybet û me derfet ji wan re rexsandiye; kes welatê me ava nake eger em bi xwe nekin.

Hêza Kurdistanê PDK ye, hêza PDKyê jî hûn in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst