40 roj bi ser koça dawî ya Hemîd Hacî Derwêş re derbas bûn

04-12-2019
RÛDAW
Nîşan Ebdulhemîd Hacî Derwîş Pêşverû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amdûdê yê Rojvayê Kurdistanê merasîma 40 rojiya siyasetvanê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşverû yê berê  Ebdulhemîd Hacî Derwîş hat sazkirin.

Duh li bajarê Amûdê merasîma 40 rojiya Hemîd Hec Derwîş birêve çû.

Merasîm ji aliyê Partiya Pêşverû bi beşdarbûna hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî herwiha kesayetên Rojavayê Kurdistanê, birêve çû.

Di merasîmê de çend gotar hatin pêşkêşkirin û kurtefilmek li ser jiyan û xebata Hemîd Hec Derwîş hate pêşkêş kirin.

Ebdulhemîd Hacî Derwîş, sala 1936 li gundê Qermane yê ser bi bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû û yek ji damezrênerên yekem partiya Kurdî li Sûriyê, PDK-Sê bû ku di sala 1957an de hat damezrandin.

Hacî Derwîş ji nifşê yekem ê siyasetmedarên tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû. Di sala 1990 weke endamê parlamentoya Sûriyê hate hilbijartin, herwiha ji damezrênerên Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bû.

Wî çend caran daxwaza lihevhatina TEV-DEM û ENKSê kiribû.

Ebdulhemîd Hacî Derwîş, siyasetmedarekî lîberal bû, ew di wê baweriyê de bû ku pirsa Kurd li Şamê tê çareserkirin û her demê dixwest ku Kurd bi Şamê re danûstandin û diyalogê bikin.

Roja 24ê Cotmeha 2019an, Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû, Ebdulhemîd Hacî Derwîş di temenê 83 saliyê de koça dawiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst