Sirri Sakik: Rêya aştiyê di Rojavayê re derbas dibe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Sirri Sakik bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Sirri Sakik bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Sirri Sakik Rojavayê Kurdistanê Pêvajoya Çareseriyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sirri Sakik diyar kir ku heger Tirkiye aştiyeke rasteqîn dixwaze, divê destpêkê bi Kurdên li Rojavayê Kurdistanê re li hev bike û got, "Rêya aştiyê di Rojavayê re derbas dibe."

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Agiriyê Sirri Sakik bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Sirri Sakik bal kişand ser nakokiyên di navbera gotinên hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser aştiyê û kiryarên wan ên li dijî Kurdan.

Sirri Sakik derbarê pevçûna ku di dema gotûbêjên budçeyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê qewimî nerazîbûna xwe anî ziman û got:

"Em dixwazin li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê aştî û biratî serdest be.

Tiştên ku li meclisê qewimîn ne dîmenên xweş bûn.

Carinan şer çêdibin lê piraniya caran ev şer li dijî me têne kirin.

Em bi zimanê aştiyê dizanin û em dibêjin îro roja aştiyê ye, ne ya şer e."

"100 sal in înkar û îmha heye"

Sakik di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka Komara Tirkiyeyê û da zanîn ku di damezirandina komarê de soz hatibûn dayîn ku ev dewlet a Kurd û Tirkan e lê pişt re ev soz hatin jibîrkirin û wiha anî ziman:

"Dema komar ava bû, Mustafa Kemal gotibû ev komar a Kurd û Tirkan e û axa wan hevpar e.

Lê çar sal pişt re, sala 1924an her tişt berovajî bû. Gotin li vî welatî Kurd nînin, ziman û çanda wan nîne.

Ji wê rojê heta îro, ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, li dijî Kurdan zilm, kuştin, zîndan û sirgûn heye.

Kurdan jî her tim got 'Em hene'. Îro em hatine qonaxeke wisa ku divê dewlet û tevgerên siyasî vê rastiyê bibînin."

"PKK ji bo çareseriya demokratîk amade ye"

Sakik li ser pirsa "Gelo PKK dê çekan deyne?" bi bîr xist ku ev ne cara yekem e ev mijar tê nîqaşkirin û Abdullah Ocalan berê jî helwesta xwe nîşan daye û got:

"Birêz Ocalan sala 1993yan û gelek carên din gotiye ku heger çareseriyeke demokratîk hebe, ew amade ne dev ji çekan berdin.

Heger hûn dixwazin aştî çêbibe, divê hûn gavan biavêjin. Deriyê Îmraliyê vekin.

Heke hûn dixwazin PKK çekan deyne, divê hûn zemîna siyaseta demokratîk ava bikin.

Lê hûn îro siyasetmedarên Kurd ên wekî Selahattîn Demîrtaş di girtîgehan de dihêlin û bi yasayên terorê dadirizînin. Bi vî awayî aştî nayê."

"Aştiya bi Kurdan re, aştiya bi Rojavayê re ye"

Sirri Sakik rexneyên tund li Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan girtin û diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê rê li ber aştiya navxweyî jî digire û wiha axivî:

"Hakan Fîdan ji bajarê me, ji Mûşê ye. Xelkê wir jê re dibêje 'pismam'.

Lê ew diçe Şamê û li dijî Kurdan hevdîtinan dike.

Em jê re dibêjin; li şûna ku tu biçî Şamê, here Rojavayê.

Here Qamişloyê, here Kobaniyê. Bi Kurdên wir re rûne.

Heke hûn dixwazin bi Kurdan re aştiyê bikin, hûn nikarin bi nîvê Kurdan re şer bikin û bi nîvê din re aştiyê bikin.

Rêya aştiyê di Rojavayê re derbas dibe. Heke dostaniya Rojava qebûl bikin, em dikarin gavên mezin biavêjin."

Sakik di dawiyê de anî ziman ku DEM Partî dixwaze komîsyonek were avakirin ku pirsgirêk di bin banê parlamentoyê de werin çareserkirin û da zanîn:

"Bila komîsyonek were avakirin, bila heq û hiqûqê Kurdan werin naskirin.

Bila êdî ciwanên me neyên kuştin û çavkaniyên vî welatî ji bo şer neyên xerckirin.

Xelkê Tirkiyeyê jî aştiyê dixwaze."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst