Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan meha borî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê li dijî DAIŞê 5 operasyon pêk anîne.
Di operasyonan de 11 çekdar hatine girtin ku 4 ji wan berpirsên DAIŞê ne.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bîlançoya operasyonên meha Çiriya Paşîn a 2025an ên li dijî şaneyên DAIŞê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, di meha çiriya paşîn de 5 operasyonên ewlehiyê hatine lidarxistin û di encamê de 7 çekdar û 4 berpirsên DAIŞê hatine desteserkirin.
Her wiha dest bi ser gelek çek û cebilxaneyan de hatiye girtin.
Operasyona li Kampa Holê
HSDyê hûrgiliyên operasyonan wiha parve kirin:
6ê Çiriya Paşîn: Hêzên Asayîşê li bakurê kantona Dêrezorê operasyonek kir û 3 çekdarên DAIŞê girtin.
8ê Çiriya Paşîn: HSD û Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) bi piştevaniya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Kampa Holê operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Di encamê de berpirsekî DAIŞê yê bi navê Beha Mesîrî (Ebî Ebdurehman) ku welatiyê Îraqê ye, hat girtin.
Dron hatin xistin
HSDyê da zanîn ku 19ê Çiriya Paşîn li gundê Xanim El Elî yê li rojhilatê Reqayê 2 dronên DAIŞê xistine xwarê.
HSD dibêje ew dron ji xalên li herêmên di bin kontrola "Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê" de rabûne.
Her wiha 20ê Çiriya Paşîn, Hêzên Asayîşê şaneyeke DAIŞê ya ku ji 2 kesan pêk dihat têk biriye.
Li gorî mikurhatinên wan kesên girtî, ew ji aliyê kesekî li Şamê ve hatine erkdarkirin û ji bo êrişî hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser bikin, alîkariya lojîstîk û madî ji berpirsekî li Serê Kaniyê wergirtine.
Bîlançoya sala 2025an
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di operasyonên meha çiriya peşîn de 79 çekdarên DAIŞê hatibûn girtin.
HSDyê bîlançoya giştî ya salê jî eşkere kir.
Ji destpêka sala 2025an ve HSD û hêzên ewlehiyê 81 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.
Di wan operasyonan de 185 çekdarên DAIŞê hatine girtin ku 9 ji wan berpirsên rêxistinê ne.
Her wiha di şer û pevçûnan de 7 çekdar hatine kuştin ku 2 ji wan di asta berpirsyariyê de bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse