HSD û Koalîsyonê li Dêrezorê operasyonek kir: DAIŞiyek hat girtin

26-11-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Koalîsyon Dêrezor DAIŞ Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) li gundewarê Dêrezorê operasyoneke ewlehiyê ya hevpar pêk anî û endamekî DAIŞê girt.

Çavkaniyeke leşkerî ya ji HSDyê ji North Pressê re ragihand ku HSDyê bi piştgiriya asmanî û bejahî ya Koalîsyonê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê operasyon kiriye.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de du malên li Taxa Zelzeleyê ya li navenda gundê Meratê kirine armanc û hêzên leşkerî ji helîkopteran daketine ser malan.

Endamekî DAIŞê hat girtin

Çavkaniyê diyar kir ku di encama operasyonê de endamê DAIŞê yê bi navê Sediq Yûsif El Zuxêr hatiye girtin.

Li gorî agahiyan, HSDyê beriya operasyonê li ser liv û tevgerên wî çekdarî zanyarî kom kirine.

Gumanbarekî din reviya

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku operasyona daketina ji asmanan li dijî gumanbarekî din jî hat kirin.

Lê belê ew kes di dema operasyonê de reviyaye û ber bi rojavayê Çemê Feratê ve çûye ku di bin kontrola hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst