Altan Tan: CHP ditirse ku Kurd piştgiriya wan nekin

04-12-2025
RÛDAW
Altan Tan bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Altan Tan bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Altan Tan Pêvajoya Çareseriyê PKK CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û Parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan diyar kir ku CHP ji windakirina dengên Kurdan ditirse û tekez kir ku hatina Serok Barzanî "gaveke gelekî girîng" bû.

Siyasetmedar Altan Tan bû mêvanê Rûdawê û pirsên Cefer Mubeşirniya yên li ser pêvajoya çareseriyê, helwesta CHPyê û girîngiya serdana Serok Mesûd Barzanî bersivandin.

Altan Tan bi bîr xist ku di hilbijartinên 2018, 2019, 2023 û 2024an de HDP/DEM Partiyê piştgirî daye CHPyê.

Tan bûyera nameya Ocalan a sala 2019an bi bîr xist û got:

"Di sala 2019an de Ocalan bi rêya Alî Kemal Ozcan nameyek şand û xwest ku Kurd bêalî bimînin lê Qendîl û Selahattîn Demîrtaş ev yek qebûl nekir û piştgirî da CHPyê lê niha ev tifaq xera bûye."

Tan diyar kir ku niha hikûmeta Tirkiyeyê (AK Partî û MHP), Ocalan û heta Serok Mesûd Barzanî jî piştgiriyê didin çareserkirina vê pirsgirêkê û anî ziman:

"Tirsa CHPyê ew e ku eger Kurd dengê xwe nedin wan, ew nikarin di hilbijartinên serokkomariyê û Şaredariya Stenbolê de bi ser bikevin.

Ji ber vê yekê, CHP nikare rasterast pêvajoyê xera bike lê naxwaze bi ser bikeve jî.

Eger pêvajo bi ser bikeve, dibe ku tifaqa Kurdan û hikûmetê berdewam bike, ev jî tê wateya têkçûna CHPyê."

"Serdana Birêz Barzanî dilê Kurdan xweş kir"

Altan Tan beşeke taybet veqetand ji bo nirxandina serdana dawî ya Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan û daxuyaniyên Devlet Bahçelî û da zanîn:

"Hatina Birêz Mesûd Barzanî gelekî girîng bû.

Bi taybetî beşdariya wî ya Sempozyuma Melayê Cizîrî ku şêx û şairê Kurdan e, bûyereke mezin bû.

Ev serdan hem bi dilê Kurdan bû û kêfxweşiyeke mezin çêkir, hem jî aliyê siyasî piştgirî da vê yekê.

Spasiya Birêz Erdogan û Ocalan jî kir."

Altan Tan bal kişand ser zimanê nerm ê di navbera Hewlêr û Enqereyê de û wiha axivî:

"Axaftina Devlet Bahçelî ya li ser vê mijarê hişk bû û bersiva Baregeha Barzanî jî hişk bû.

Bes xêrnexwazan ew pêvajo, yên ku dixwazin xera bikin, ew tişt tevlîhev kirin.

Yanî axaftina Devlet Bahçelî jî hişk bû û bersiva Baregeha Barzanî jî hişk bû.

Yanî ew qas hişkbûn ne baş bû.

Divê bi dîplomasî, bi dilxweşî, bi nermî her du aliyan jî mesele îdare bikirana.

Bes mixabin, ew jî wekî qezaya trafîkê çêbû."

"Piraniya PKKyê dê guh bide Ocalan"

Altan Tan li ser pirsa "Gelo hemû baskên PKKyê dê guh bidin Ocalan û Ocalan hişyariya 'darbeyê' daye?", destnîşan kir ku di her tevgerê de komên nerazî hene lê Ocalan xwedî bandoreke mezin e û nirxand:

"Di nav Kurd û Tirkan de jî, di nav partiyan de jî komên ku naxwazin ev pêvajo bi ser bikeve hene.

Kes nikare bibêje ji sedî 100 hemû PKK yan hemû dewlet piştgiriyê dide.

Dibe ku ji sedî 5, 10 an 20 dijber bin lê bandora Abdullah Ocalan li ser rêxistinê pir zêde ye û piraniya PKKyê dê guh bide wî."

"Erka Komîsyonê ne destûra nû ye, rawestandina şer e"

Tan derbarê gotinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ên ku gotibû "Fermîbûna zimanê Kurdî ne di rojeva komîsyonê de ye" got:

"Erka vê komîsyonê ne ew e ku destûreke nû binivîse, zimanê Kurdî bike fermî yan bike zimanê perwerdeyê.

Erka wan a sereke çareserkirina pirsgirêka çekan, vegera kesên çekdar û danîna çekan e.

Meseleya destûra nû, qanûnên nû û mafên demokratîk gava duyemîn e û ew karekî dûr û dirêj e. Dibe ku 10 salan biajo."

Tan di dawiya axaftina xwe de li ser hêviyên xwe yên şexsî axivî û got:

"Hêviya min heye. Ez di wê baweriyê de me ku gava yekem, yanî çareserkirina pirsgirêka çekan dê bi ser bikeve.

Lê gava duyem, yanî destûra nû û têkoşîna demokratîk, rêyeke dirêj e û dê gav bi gav bi pêş ve biçe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst