Dadgehê ji bo heqareta li Şêx Seîd biryar da: Êdi firotina wan sûc e

15 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Şêx Seîd Ceza Maketên Şêx Seîd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê kesê ku maketa Şêx Seîd a li îdamê wekî xemla wesayîtê bi kar anîbû û li medyaya civakî belav kiribû, ji ber sûcê heqaretê ceza xwar.

Wezareta Bazirganiyê jî firotina her cure maketên ku Şêx Seîd biçûk dixin qedexe kir.

Van demên dawî parvekirinên wan kesên ku maketên Şêx Seîd ên li sêdarê wekî xemla wesayîtê bi kar dianîn li ser medyaya civakî bibûn rojev.

Bi zêdebûna eleqeya li ser maketan di çarçoveya "keysxweşiyê" de dîmenên wan kesên ku ev maket difirotin û didan kargoyê deng vedabû.

Komeleya Şêx Seîd derbarê M.K.yê ku ew dîmen li medyaya civakî belav kiribûn de doz vekir.

Di doza ku li 13emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin de li gorî Madeya 130emîn a Yasayên Cezayê yên Tirkiyeyê (TCKyê) ceza li bersûc M.K. hat birîn.

Dadgehê bi tohmeta ku M.K. sûcê "heqareta li bîranîna kesekî" kiriye, 8 hezar û 700 lîre cezayê pereyan lê birî.

Dadgehê her wiha biryar da ku bersûc M.K. 45 hezar lîre jî heqê parêzeriyê bide û hukim kir ku ew maket û parvekirina wan sûc e.

Wezareta Bazirganiyê qedexe anî

Wezareta Bazirganiyê derbarê wan berhemên maketa Şêx Seîd a li sêdarê de dest bi lêkolînê kir û biryara komkirina wan da.

Wezaretê firotina wan maketan qedexe kir û daxuyanî da. Daxuyaniya wezaretê wiha ye:

"Li ser parvekirinên di raya giştî de yên derbarê firotina berhemên ku bawerî û nirxên civaka me dikin hedef de ku li ser platformeke e-bazirganiyê dihatin firotin, Wezareta me ya Bazirganiyê demildest dest bi lêkolînê kir.

Di encama xebata kordîneyî ya yekîneyên pêwendîdar ên wezareta me de, ew berhem bi lez ji firotinê hat rakirin û derbarê firoşkar de li gorî mijarê pêvajoya îdarî hat destpêkirin.

Wekî Wezareta Bazirganiyê; em rê nadin ku ti berhem, xizmet an çalakiya bazirganî ya ku nefret, cudakarî, hedefgirtina nirxên neteweyî û manewî, provokekirina beşên civakê an jî potansiyela zedekirina wîjdana raya giştî dihewîne di ekosîstema e-bazirganiyê de cih bigire.

Wezareta me; ji bo parastina serfkaran, ewlehiya bazirganiya dîjîtal û pêşîlêgirtina naverokên ku zirarê didin yekîtiya neteweyî û aştiya civakî, kontrolên xwe bi biryardarî didomîne.

Li dijî her cure çalakiya bazirganî ya ku zererê dide pergala raya giştî, hemû gavên pêwîst bêyî derengxistinê dê bên avêtin."

'Sûcê tehrîkkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê tê kirin'

Parêzerê malbata Şêx Seîd Ensar Firat ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku sedema qedexekirinê ya Wezareta Bazirganiyê maqûltir e.

Firat destnîşan kir ku tenê li gorî Madeya 130emîn a TCKyê dayîna cezayê xelet e û got:

"Wezareta Bazirganiyê biryarê dide ku bi derxistina wan berheman, sûcê nefret û cudakariyê hatiye kirin lê dadgeh tenê dibêje ku sûcê heqaretê hatiye kirin.

Li gorî me divê dadgehê ne tenê ji ber heqaretê, di çarçoveya Madeya 216an a Destûrê de ji ber sûcê 'tehrîkkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê û biçûkxistinê' jî ceza bida bersûc."

Kesên maketa Şêx Seîd hildigirin di radara hiqûqê de ne

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku ew dê wekî malbat derbarê hemû kesên ku wan berheman difiroşin, parve dikin û belav dikin de giliyê sûc bikin.

Firat tekez kir ku bi van maketan gel ji bo kîn û dijminatiyê tê tehrîkkirin û wiha axivî:

"Ji bo ku pêvajoya aştiyê ya nû ya ku îro di raya giştî de tê nîqaşkirin bi ser bikeve, divê mirov rûbirûyî

bêhiqûqî û êşên serdema destpêkê ya Komarê yên wekî Bûyera Şêx Seîd û Bûyera Dêrsimê bibe.

Pêwîst e ku pêvajoyên helalkirinê yên derbarê van serdeman de werin meşandin.

Ji ber vê yekê, li hemberî her cure çalakiya ku potansiyela wê heye zererê bide aştiya civakî, hem li ber hiqûqê û hem jî li cem civakê nîşandana helwesteke biryardar gelekî girîng e.

Em wekî malbat, wekîê komele çavên me li ser wan kesan e ku dixwazin bi van maket û berhemên ku heqaretê li Şêx Seîd dikin. Em dê bi awayekî hiqûqî hisabê ji van kesan bipirsin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst