کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kampa Domîzê

Kampa Domîzê

kurdistan

400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man

Pêşewa Behlewî

Pêşewa Behlewî

05-01-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Pêşewa Behlewî
Pêşewa Behlewî05-01-2018

Nûçeyên Têkildar

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine
ÎRAQ25-11-2026

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê
Kurdistan25-11-2026

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kampa Domîz a bajarê Duhokê ya Başûrê Kurdistanê, 400 jinên ji Rojavayê Kurdistanê, ku hevjînên wan li derveyî welat in, li hêviyê ne “yasaya komkirina malbatê” were cîbicîkirin da ku bigihin hevjînên xwe.

Ev 4 sal in take rêka peywendiya di navbera Leyla Ebdê û hevjînê wê sosyal medya ye. Leyla Ebdê niha li Kampa Domîzê ye û hevjînê wê jî li Almanyayê ye.    

Sal derbas dibin û Leyla li bendê ye, ku bi riya “yasaya komkirina malbatê” bigihe hevjînê xwe. Lê heta niha jî tu encam nînin û Leyla jî ketiye xema xwedîkirina zarokên xwe.

Ew dibêje: “Dibêjin li hêviya derketina destûra rûniştinê bibin. Ji bo salekê destûr dane lê ew jî çênabe. Çi çare hebe li cem wan e, ez nikarim tiştekî bikim. Nikarin bi riyên qaçax xwe bigihînim wan deran.”

Hevjînê piraniya wan li Almanyayê ne. Serpêhatiya hemûyan ji hev cihê ye lê çareserî yek e.

Şaha Reşîd  yek ji wan koçberan ne, ku hevjîna wê li Almanyayê ye. Lê çûna hevjînê wê, ew bêxwedan hiştiye. Lewma her heftiyekê li malekê xizmê xwe dimîne. Zarokên wê ji xwendinê qut bûne.

Wê ji bo gihiştina hevjînê xwe li gel Konsulxaneya Almanyayê hevdîtin kiriye lê hêviya wê bicîh nehatiye.

Şaha Reşîd dibêje: “5 meh in min li gel konsulxaneyê hevdîtin kiriye lê vîzeya min hê jî nehatiye. Rewşa zarokên min jî nebaş e. Geh diçim Duhokê û geh diçim Hewlêrê. Zarokên min digrîn.”

Rêkxistina alîkar, ji bo çareseriya arîşeyên civakî li Kampa Domîzê navendeke taybetî vekiriye. Li gorî amarên gihiştine destê Rûdawê, 400 jin li vê kampê dijîn, ku hevjînên wan li welatên Ewropayê ne. Ev navend hewl dide ji bo çareserkirina pirsgirêka malbatên wan, çareseriyan peyda bike.

Rêvebera Navenda Civakî ya Domîzê Hejî Xorşîd diyar dike: “Rewşa wan a aborî ne baş e û em ji aliyê derûnî û yasayî ve alîkariyê didin wan. Parêzerên me dûvçûna dozen wan ên yasayî dikin.”

Di nava 2 salên borî de zêdetirî 10 hezar penaberê ji Rojavayê Kurdistanê, ji Kampa Domîz koçberî Ewropayê bûn. Bi vî awayî gelek malbat parçe bûn, jin û zarok ji hevjîn û bavê xwe qut bûn. Ne malbat dikarin xwe bigihînin Ewropayê, ne jî ewên çûne Ewropayê dikarin vegerin.

Nivîsîn: Necmî Salih

Pirsên