Pirtûka 5 hezar rûpelî bû sepan: Arşîva dîjîtal a Êzidiyan hate ragihandin

Duh li 04:46
Ezîz Şerkanî
Nîşan Kurdên Êzidî Çanda Kurdên Êzidî Mûsa Esed Zanîngeha Dihokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo cara ewil, sepana "Lavij" wekî platformeke dîjîtal a pispor ji bo komkirin û belgekirina çavkaniyên dîrokî, çandî û civakî yên Kurdên Êzidî dest bi kar kir.

Ev proje wekî pêngaveke nû ya ji bo avakirina bingeha zanyariyên akademîk tê dîtin ku karê lêkolîneran di bidestxistina çavkanî û agahiyên kêmpeyda de hêsan dike.

Damezrînerê sepana Lavij  û mamosteyê Zanîngeha Dihokê Mûsa Esed li ser mijarê ji Rûdawê re got:

"Ev proje encama lêkolîneke kûr a çar salan e ku di pirtûkeke akademîk a ji 8 bergan û 5 hezar rûpelî pêk tê de hatibû komkirin.

Ji ber lêçûna zêde ya çapkirina pirtûkê ku bi 30 hezar dolarî dihat texmînkirin, min berê xwe da çareseriyeke teknolojîk da ku ez vê berhema zanistî ji windabûnê biparêzim û bi awayekî berfirehtir bidim nasandin."

Mûsa Esed di berdewamiyê jî de got,"Bi xerckirina 2 hezar û 500 dolarî ji ser kîsê xwe, min ev berhema zanistî veguherand sepaneke zîrek da ku ez astengiyên madî yên weşandinê derbas bikim."

Esed bal kişand ser wê yekê ku "sepan hem nivîs û hem jî wêneyan li xwe digire ku ev dibe pêngaveke girîng ji bo belgekirina hemû wan agahiyên akademîk ên derbarê Kurdên Êzidî de hatine amadekirin."

Damezrênerê sepana Lavijê her wiha got,"Niha sepan bi zimanê Kurdî li ser sîstema Androidê berdest e.

Kar tê kirin da ku guhertoya taybet a sîstema IOSê (IPhone) jî were amadekirin û zimanên Erebî û Îngilîzî jî lê bên zêdekirin da ku li ser asta cîhanê sûd ji vê arşîva dîjîtal were wergirtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst