Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Şirnex, Êlih, Meletî, Riha, Wan û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û hewaya sar îro dibistan hatin girtin.
Nêzîkî hefteyekê ye ku li Bakurê Kurdistanê pêleke berfê dest pê kiriye.
Ji ber berfa zêde rêyên bi sedan gundan hatine girtin û jiyana rojane ya welatiyan zehmet bûye.
Ji ber mercên neyînî yên hewayê îro li 7 parêzgehan û gelek navçeyan perwerde hat rawestandin.
Li kîjan navçeyan dibistan hatin girtin?
Li gorî daxuyaniyên walîtiyan, ji ber berfa zêde û qeşayê li van deveran bo rojekê navber ji perwerdeyê re hatiye dayîn:
Mereş: Navçeyên Onikişubat, Turkoglu û Bazarcix.
Amed: Li 4 navçeyan.
Êlih: Navçeya Hezoyê.
Şirnex: Navçeya Bêşebabê.
Wan: Navçeya Şaxê.
Meletî: Li 4 navçeyan.
Riha: Li 7 navçeyan.
Li Amedê rewş çawa ye?
Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev çend roj in ji ber rewşa hewayê dibistan girtî ne.
Her çiqas Parêzgariya Amedê ragihandibû ku roja duşemê dê li navenda bajêr perwerde dest pê bike jî, ji ber ku şert û mercên hewayê xerab bûn û berf û qeşa berdewam kir, li gelek navçeyan biryara girtina dibistanan hat dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse