QEREJDAX - Zozanên koçeran niha bûne navenda kaşûn û şahiyê

Duh li 02:02
Abdulselam Akinci
Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Qerejdax Mêrdîn Riha Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Yekane navenda kaşûnê ya li herêma Riha, Amed û Mêrdînê navçeyên derdorê Qerejdax, îsal bi barîna berfê re pîstên xwe vekirin.

Her roj bi hezaran kes serdana herêmê derê dikin. Qerejdax ku di navbera Riha, Amed û Mêrdnê de ye, ji bo gelek bajar û navçeyan bûye cihê betlaneya zivistanê.

Îsal ji ber ku berf hem zû barî û hem jî zêde barî, xelk bi coşeke mezin kaşûnê dike.

Bi taybetî welatî bi cil û bergên herêmî, bi şal û şewqeyên xwe diçin vê navendê û ev yek jî dibe sedem ku dîmenên ciyawaz derkevin holê.

Qerejdaxa ku havînan zozanê koçeran e, zivistanan jî dibe cihê şahiyên zivistanî.

Birêvebirên navendê diyar kir ku ji ber barîna berfa zû, dê îsal werza kaşûnê li Qerejdaxê dirêjtir bibe.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî Arak kêfxweşiya xwe wiha anî zimên,"Ev kêfa me ya Qerejdaxê li cem axa û began tuneye. Îsal jî maşalah berfeke xweş bariya.

“Em niha bi zarokên xwe re tên”

Ev cil û bergên me yên bav û kalan in. Em hînî van cilan bûne û em bi van cilan kaşûnê dikin."

Jina bi navê Rida Dumbulê jî behsa bîranînên xwe yên zaroktiyê kir û got, "Dema em zarok bûn, me li gundê xwe li ser poşetan xwe kaş dikir.

Me di teştan de xwe kaş dikir. Jiyana me ya borî wisa derbas bû. Niha em mezin bûne û ji bo kêfê em bi zarokên xwe re tên vir."

Li Qerejdaxa ku hezar û 957 metre bilind e, pîsta kaşûnê ya 300 metreyî bi zêdetirî 60 santîmetreyî berfê hatiye xemilandin.

Ev der ji bo welatiyan bûye cihê jidûrketina ji stres û xemên jiyana rojane.

"Hedefa me 3 milyon geştyar in"

Xwediyê Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê Atîlla Orhan li ser hejmara geştyaran amarên parve kirin û got:

"Sala borî milyon û 300 hezar kesan serdana vir kir, îsal hedefa me 3 milyon kes in."

Li aliyekî Qerejdaxê govend û dîlan heye, li aliyê din kaşûna bi şalwar û kefiyan didome.

Di beşeke din a pîstê de jî welatî menqelên xwe pêxistine, kebaban dipijînin û li ser berfê seyraneke cuda dikin.

Geştyarê bi navê Ahmet Yilmaz jî got,"Em dê nanê xwe bixwin, çaya xwe vexwin û pişt re jî em ê xwe bişimitînin."

Li Qerejdaxê ev kaşûn hîn destpêka werza îsal e. Tê pêşbînîkirin ku dê li navendê hîn çend carên din berf bibare û navenda kaşûnê dê heta dawiya adarê xizmeta geştyarên biyanî û xwecihî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst