Navenda Nûçeyan – Navenda Heyva Sor a Kurdî li navçeya Recoyê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirkiyê ve hat topbaran kirin û li navçeya Şera ya Efrînê jî topbaran berdewam e.
Topxaneyên artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê yên girêdayî wê Navenda Heyva Sor a Kurdî li navçeya Recoyê topbaran kirin.
Li gor medya nêzîkê PYDê, Navenda Heyva Sor xizmeta tenduristiyê pêşkêşî sivîlan dike û li heman navendê sivîlên ku di topbaran û bombardimana artêşa Tirkiyê de birîndar dibin, tên derman kirin.
Heman çavkanî radighînin ku topxaneyên artêşa Tirkiyê gundên navçeya Şera ya Efrînê jî bi dijwarî topbaran dikin û li gundên Mereskê, Zeytûnakê û Serinckê zerareke mezin gehiştiye mal û zeviyên welatiyan.
Li aliyê din şarvanên YPG-HSDê îro li navçeya Bilbilê ya Efrînê tankeke din a artêşa Tirkiyê teqand. Hêzên Sûriya Demokratîk ragihandin ku Li girê gundê Bûkê yê ser bi Bilbilê herêma Efrînê şervanên wan tankeke din a artêşa Tirkiyê têkşikandine.
Di daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk de tê gotin ku li heman navçeya tanka artêşa Tirkyê lê hatiye teqandin, di çalakiyeke din de 5 leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin.
Operasyona Efrînê ku ji 20ê Çileya 2018ê ve dest pê kiriye, ji wê rojê balafirên şer ên Tirkiyê gund û navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê bombardiman dikin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de zarok û sivîl jî hene. Herwiha hejmareke zêde ya welatiyan jî koçber bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse