Ufuk Uras: Berdana Demîrtaş dê bibe gaveke sembolîk

01-10-2025
Omer Sonmez
Ufuk Uras/Wêne: Rûdaw
Ufuk Uras/Wêne: Rûdaw
Nîşan Ufuk Uras Pêvajo Tirkiye PKK Kurd Kurdî Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Siyasetmedar û akademîsyen Ufuk Uras di daxuyaniyeke xwe de ji Rûdawê re diyar kir ku ew ji bo pêvajoya çareseriyê ya di sala nû ya yasayî de bi hêvî ye.

Uras da zanîn ku vebûna parlamentoyê her tim girîng e û bi taybetî meha Cotmehê gelekî krîtîk e û ew li bendê ye ku yasaya çarçoveyê û hejmarek yasa derkevin.

Uras bi bîr anî ku 8ê Cotmehê derbarê pêvajoyê de pêşketineke girîng tê payîn û got ku hêviyên ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî yên di Doza Kobaniyê de girtî ne ji destpêka havînê ve berdewam dikin. Wî da zanîn ku ew van berdanan wekî ‘jestên sembolîk û girîng’ dibîne.

Uras diyar kir ku Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê dê sibe guh bide hiqûqnasan û pişt re raporekê amade bike û pêşkêşî Parlamentoyê bike û da zanîn ku wî dîtiye ku bi giştî di komisyonê de lihevkirinek heye.

Uras daxuyaniyên Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş ên bi rengê ‘Ji bilî Tirkî zimanê fermî nabe’ nirxand û diyar kir ku tevî van pêlên çûn û hatinê ew bawer nake ku pêvajo asê bibe. Wî destnîşan kir ku daxwazeke wekî fermîbûna zimanê Kurdî nîne lê divê di mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî de gavên destûrî bên avêtin.

Uras diyar kir ku ramana ‘welatê hevpar, dewleta hevpar’ tê wateya ku her kes bi çand, ziman û ola xwe xwe îfade bike û bal kişand ser girîngiya gavên sembolîk ên wekî rawestandina zextên li ser Amedsporê û dayîna akredîtasyona Rûdawê.

Derbarê hêviya ku komisyon biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, Uras diyar kir ku DEM Partî vê yekê wekî xeta sor pêşkêş nake, lê pêşniyarekê dike.

Uras destnîşan kir ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li Sûriyeyê ne çekan deynin lê veguherin û bibin parçeyek ji artêşa Sûriyeyê û got ku Modela Rojava dikare ji bo bihêzkirina rêveberiyên herêmî di nav yekparçeyiya Sûriyeyê de bibe çareseriyeke berfireh.

Siyasetmedar û akademîsyen Ufuk Uras pirsên nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez bersivandin.

Rûdaw: Îro Parlamanto vebû û sala nû ya yasayî dest pê kir. Helbet derbarê pêvajoya aştiyê de hêvî hene. Hûn çi hêvî dikin, bendewariya we çi ye? Gelo di vê pêvajoya nû de dê êdî yasa derkevin?

Ufuk Uras: Vebûna parlamentoyê her tim girîng e. Meha çiriya pêşîn gelekî krîtîk e. Dibe ku ev yasa, yasaya çarçoveyê û hejmarek yasa derkevin. Dê bê îstîsna ji komisyonê derbas bibin. Ez bawer im di nava meha Çiriya pêşîn de dê ev temam bibin. Ji ber wê em bi rastî jî bi hêvî ne.

Rûdaw: 8ê Çiriya Pêşîn derbarê pêvajoyê de bipêşketineke girîng jî tê payîn. Parêzerên Selahattîn Demîrtaş daxuyanî da. Berdana Demîrtaş û siyasetmedarên din ên girtî, bi taybetî jî yên di Doza Kobaniyê de hatine girtin, tê payîn. Gelo bendewarî yan bihîstineke we ya bi vî rengî heye? Hûn li benda berdanê ne?

Ufuk Uras: Em demeke dirêj e li bendê ne. Bi rastî ji destpêka havînê ve li ser bingeha derbaskirina yasaya înfazê ev dihat payîn. Ev jestên gelekî sembolîk û girîng in. Ji ber wê ez texmîn dikim ku di vî warî de gav bên avêtin.

Rûdaw: Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê jî dê sibe guh bide hiqûqnasan. Piştî wê pêvajoya guhdarkirinê dê bi dawî bibe. Tê payîn ku derbarê pêvajoyê de raporekê amade bike û pêşkêşî parlamentoyê bike. Bipêşketinên dawî yên di komisyonê de çi ne? Hêviyên ji komisyonê jî zêde ne. Hûn dixwazin derbarê vê mijarê de çi bibêjin?

Ufuk Uras: Bi giştî di komisyonê de lihevkirinek heye. Yanî ji rêxistinên mixalefeta civakî, ji Dayikên Aştiyê bigire heta Dayikên Şemiyê û Dayikên Amedê. Axaftina li ser vê meseleyê ya bê tabû bi serê xwe gelekî bi qîmet bû. Ez texmîn dikim ku dê derbarê yasaya înfazê û yasaya têkoşîna li dijî terorê de di gelek mijaran de gaveke berfireh were avêtin.

Girîng e ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bibe parçeyek ji vê pêvajoyê. Ew beşdarî vekirina parlamentoyê nabin lê ev protestoyeke sembolîk e. Ez bawer nakim ku di xebatên komisyonê de pirsgirêkek derkeve. PKKyê çawa çekên xwe bi şewitandin û helandinê danî. Yek ji rêyên vê jî beşdarbûn e. Yanî dagirtina wê valahiyê bi beşdariya siyasî û siyaseta demokratîk. Em li bendê ne ku di vê çarçoveyê de nexşerêyek derkeve.

Rûdaw: Ji destpêka pêvajoyê ve xaleka girîng a xaçerêyê pirsgirêka Rojava û pirsgirêka Sûriyeyê ye. Doh Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş daxuyaniyek da. Wî got, “Divê PKK bi hemû komên xwe ve çekan deyne.” Piştî wê daxuyaniyê, wî daxuyaniyeke din da û got, “Ji bilî Tirkî ti zimanên din ê fermî nabe.” Piştî hevdîtina Erdogan-Trump dê di pêvajoyê de rêyeke çawa were şopandin? Pêvajo di heman demê de rasterast bi bipêşketinên siyaseta derve ve girêdayî ye. Hûn çawa dinirxînin? Hûn hem pirsgirêka Rojava û hem jî daxuyaniyên derbarê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê Kurdî çawa dinirxînin? Gelo pêvajo asê dibe? Ji niha û pê de dê pêvajo çawa bi pêş ve biçe?

Ufuk Uras: Ez bawer nakim ku pêvajo asê bibe. Di nav van pêlên çûn û hatinê de dimeşe lê dan û standinên bi Trump re ne bi awayekî neyînî, dê bi awayekî erênî bandorê li vê pêvajoyê bikin. Yanî di nav toreke cîhanî de gihîştina optimumê watedartir e. Jixwe daxwazeke bi rengê ku Kurdî bibe zimanê fermî nîne. Lê di mijara zimanê zikmakî de divê gavên destûrî bên avêtin.

Yanî wateya welatê hevpar, di heman demê de dewleta hevpar, li şûna dewleta cuda dewleta hevpar a ku Abdullah Ocalan anîbû ziman, çi ye? Ew e ku her kes bi çand, ziman û ola xwe di nav wê dewletê de xwe îfade bike. Yanî ev ji bo qada sivîl tên gotin. Ji ber wê, bêyî van tiştan jixwe çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çênabe.

Hinek gavên sembolîk girîng in. Mînak, divê dev ji mijûlbûna bi Amedsporê berdin. Divê akredîtasyona Rûdawê were dayîn. Tiştên bi vî rengî, dibe ku hêsan xuya bikin lê gavên girîng in. Ji ber wê mijarên wekî mafê perwerdeyê û hwd. temayên ku dev jê nayên berdan in. Ez di wê baweriyê de me ku dê ev bi gotûbêjkirinê heta dawiya salê zelal bibin.

Rûdaw: Hêviyeke wisa heye ku komisyon biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. CHP hinekî bi temkîn xuya dike. Endamê MHPyê Fethî Yildiz jî di vî warî de daxuyanî dabû. Hûn di demeke nêzîk de hevdîtineke wisa, pêşketineke wisa pêşbînî dikin?

Ufuk Uras: DEM Partî vê mijarê wekî xeta sor an jî pêşmerc dernaxe pêş. Pêşniyareke bi vî rengî dike. Nêrîna Ocalan a li ser vê mijarê girîng e. Bila ez pirsa we ya yekem ji bîr nekim. Danîna çekan li tevahiya herêmê ji aliyê usûlê ve rast e lê rêya li Tirkiyeyê û rêya li Sûriyeyê yan jî li Îraqê ji hev cuda ne.

Em dikarin li Sûriyeyê behsa veguherîna HSDyê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) bikin. Yanî divê li ser rê û rêbazên bûna parçeyek ji artêşa Sûriyeyê were axaftin. Mînak, gelek mijarên teknîkî hene wekî ka dê leşkerên jin çawa bin. Ji ber vê yekê, HSD dê ji holê ranebe, dê veguhere tiştekî din û ev dê di nav yekparçeyiya Sûriyeyê de çêbibe.

Wekî din, yekparçeyiya destûrî ya Sûriyeyê ji bo Îsraîlê jî garantiyeke gelekî mezin e. Yanî girîng e ku li Sûriyeyê kaos çênebe û yekparçeyiyeke destûrî hebe. Em dikarin mijara Rojava bi vî rengî binirxînin. Li Sûriyeyê yekbûna dewletê ne li pêşiya zêdekirina rayeyên rêveberiyên herêmî asteng e.

Bi rastî Modela Rojava modelek xweş e û ev dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe çareseriyeke berfireh. Xurtkirina hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û bihêzkirina rêveberiyên herêmî ne li dijî hev in, hev temam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst