Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu li ser alîkariyên ji bo Kobaniyê îdia kir ku armanca rêxistineran "şoveke siyasî" bû û got, "Heta ku Deriyê Sînorî yê Murşîdpinarê radestî Hikûmeta Sûriyeyê neyê kirin, mafê Tirkiyeyê nîne ku bi awayekî defakto veke."
Îro li Amedê hinek parlamenterên AK Partiyê û Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler bi rojnamegeran re civiyan.
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu li ser vegerandina karwanê alîkariyan ê ku ji Amedê ber bi deriyê sînorî yê Sirûcê ve hatibû şandin daxuyanî da.
Galîp Ensarîoglu ragihand ku ew ji destpêkê ve ji bo gihandina wan alîkariyan di nava têkiliyê de bûn û bi aliyên pêwendîdar re axivîne.
Ensarioglu îdia kir ku yên ev alîkarî kom kiribûn, dixwest li deriyê sînorî "şoveke siyasî" bikin û diyar kir ku Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala ji wan re gotiye, "Hûn çi qasî dixwazin alîkariyê kom bikin, em dê bi rêya AFAD û Kizilayê bişînin."
"Rijdnbûna li ser Murşîdpinarê şov e"
Galip Ensarioglu wiha axivî:
"Ez wê rojê hem yek bi yek bi saziyên sivîl re li ser vê mijarê axivîm û hem jî bi Birêz Efkan Ala, Parêzgarê Rihayê û Qeymeqamê Sirûcê re axivîm. Di wan axaftinan de, saziyên sivîl got ku wan alîkarî berhev kirine û dixwazin bişînin Kobaniyê.
Di hevdîtina min a bi nûnerên saziyên civaka sivîl re ku ew bi xwe jî bi Alîkarê Serokê me Efkan Ala re axivîn, Efkan Ala got, 'Hûn çi qasî alîkariyê kom dikin û dixwazin bişînin kû derê, wê bînin teslîmî Kizilay û AFADê ya li Amed, Riha, Dîlok an Kilîsê bikin.
Wêneyan bigirin. Bi awayekî nivîskî û bi girtenameyê radest bikin. Em dê bi hikûmeta Sûriyeyê re biaxivin û di zûtirîn dem de bigihînin cihê wê.'
Niha, piştî van gotinan, israra li ser anîna van barhilgiran a Sirûcê û daxwaza şandina bi rêya Deriyê Sînorî yê Murşîdpinarê şoveke siyasî ye.
Ev ne karekî mirovî ye. Binêrin piştî ku gerandin û daxuyanî da û şova xwe ya siyasî kirin, ew barhilgir vegeriyan Amedê.
Eger barhilgirên alîkariyê wê rojê bihatana radestkirin, dê niha di destê kesên hewcedar de bûna.”
Pêwendiyên bi Şamê re û deriyê sînorî
Ensarîoglu bal kişand ser statuya Deriyê Sînorî yê Murşîdpinarê û pêwendiyên bi hikûmeta Şamê re û got:
"Deriyê Sînorî yê Murşîdpinarê heta niha radestî Hikûmeta Navendî ya Sûriyeyê nehatiye kirin. Heta ku neyê radestkirin, mafê Tirkiyeyê tune ku bi awayekî defakto veke.
Di demekê de ku pêwendiyeke me ya hesas û dostane bi hikûmeta Sûriye-Şamê re heye, nabe ku em bêyî wan deriyê wan ê sînorî defakto vekin? Di demekê de ku hîn wernegirtine."
"Armanc ne gihandina alîkariyê bû"
Parlamenterê AK Partiyê di dawiya axaftina xwe de got:
"Derd ew e ku ew alîkarî di Deriyê Sînorî yê Murşîdpinarê re derbas bibin an jî bigihêjin destê kesên hewcedar? Eger mijareke mirovî bûya dê heman rojê bihata radestkirin û îro dê alîkarî di destê hewcedaran de bûya.
Lê ne wiha ye, ew barhilgir hatin gerandin, şov hat kirin û li Amedê hatin vegerandin. Dixwazin bibêjin hikûmet alîkariyan wernagire û rê nade.
Heman rojê li Sirûcê meş hat lidarxistin û daxwaza şandina bi rêya Murşîdpinarê kirin. Ma tiştekî wiha dibe? Karekî nejidil û şoveke siyasî bû.
Li qusûrê nenêrin lê kesê ku li gelê Kurd û mirovên hewcedar bifikire vê yekê nake. Dê radest bikirina.
Me hevdîtinên xwe kiribûn û ji wan re jî gotibû. Saziyên dewleta me yên ku pêwendiya wan bi hikûmeta Sûriyeyê re hebû, dê di demeke herî zû de ew alîkarî bi destê AFAD û Kizilayê bigihandana wê derê, me ji wan re jî gotibû."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse