Patforma Amedê: 25 barhilgir gihîştin Kobaniyê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê Kobanî Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê ragihand ku 25 barhilgirên alîkariyê gihîştine Kobaniyê.

Platformê diyar kir ku tevî astengiyên "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" jî alîkarî radestî xwediyên wan hatine kirin.

Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê derbarê kampanyaya alîkariyê ya ji bo Kobaniyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku wan 28ê Kanûna Paşîna 2026an dest bi kampanyayê kiriye û xwestiye ku Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê bê vekirin.

Guhertina rêgeha alîkariyan

Li gorî daxuyaniyê, 30ê Kanûna Paşîn 25 barhilgir ber bi Deriyê Sînorî yê Sirûc - Murşîtpinarê ve bi rê ketine lê bi biryara parêzgariyê rê li ber wan hatiye girtin.

Platformê diyar kir ku rayedaran xwestiye alîkarî di rêya Deriyê Sînorî yê Kilis-Çobanbeyê re ji "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" re werin şandin.

Ji ber ku baweriya wan bi gihîştina alîkariyan tunebûye, wan barhilgir vegerandine Amedê.

Piştî dan û standinên bi saziyên fermî re, şertên platformê hatine qebûlkirin.

Li gorî lihevkirinê, biryar hatiye dayîn ku alîkarî di bin koordînasyona AFADê de û bi çavdêriya şandeyeke platformê bi rêya Kilis-Çobanbeyê werin şandin.

"Astengiyên Hikûmeta Demkî"

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku karwanê alîkariyê 10ê Sibata 2026an gihîştiye Kobaniyê û radestî xwediyên wan hatiye kirin.

Platformê bal kişand ser astengiyan û got:

"Di navbera Çobanbey û Kobaniyê de, hinek beşên girêdayî 'Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê' gelek asteng û ambargo danîn pêşiya alîkariyan.

Ev pirsgirêk di koordînasyona AFADê de hatin derbaskirin.

Ev rewş nîşan dide ku divê alîkariyên mirovî nekevin ber însafa Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê."

"Zarok û nexweş di metirsiyê de ne"

Şandeya ku çûye Kobaniyê derbarê rewşa mirovî ya li bajêr de agahiyên girîng parve kirin.

Li gorî agahiyan, gelek zarokên ku nû ji dayîk bûne li benda jiyanê ne û jiyana gelek nexweşên diyalîz û penceşêrê di xetereyê de ye.

Her wiha hat diyarkirin ku kêmasiyeke cidî ya derman û amûrên teknîkî heye.

20 barhilgirên din amade ne

Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê bang kir ku Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê bilez were vekirin.

Platformê ragihand ku 20 barhilgirên din ên alîkariyê di depoyan de amade ne û heta derî vedibe ew dixwazin bi heman rêbaza çavdêriyê alîkariyan bişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst