Stenbol (Rûdaw) - Şahî û pîrozbahiyên jinan ên bi boneya 8ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kirin. Ji ber ku 8ê Adarê li Stenbolê bi heyama hefteyekê tê pîrozkirin çalakî û xwepêşandan zû destpê dikin. Bi heman hincetê li Stenbolê jî mitîngek hat sazkirin.
Hejmarek jin di bin tedbîrên emnî yên berbiçav de li qada mitîngê gihîştin hev û daxwazên xwe ên ji bo firehtirîn qada wan û cîbicîkirina deng û îradeya jinan di nava civak û jiyanê de dubare kirin. Hêjayî amajepêdanê ye ku piraniya jinên beşdar kurdbûn.
|
Xanimê îro hemû berpirsiyarî û karên xwe dane aliyekî. Xwe wiha xemilandiye bes ne bo dîlan û dawetekê. Dê qasek din bigîhê meydanekê. Da dubare daxwaza mafên xwe û wekheviya digel mêran bike di nava jiyana xwe de. Bi dehan salin a wiha tê û daxwaza wan mafên xwe dike ku ew 50 sal e bêpare ji wan.
Beşdariya mitîngê Saadet Şahbûdak ji Rûdawê re wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Em azadiyê dixwazin.Weke ku Leyla Guven bedena xwe daye ber mirinê. Divê edelatek têkeve vê dinyayê. Her tiştê me kêm e. Zimanê me qut dikin. Di zindanan de nahêlin jin zarokên xwe bibînin. Telefon qut dikin.”
Hêj ji 8ê Adarê re çend roj mane. Lê jin li Bakurê Kurdistan û Tirkiye bi dirêjahiya hefteyekê roja xwe pîroz dikin. Ji ber ku rojek têrî nake da ew daxwazên xwe rêz bikin. Mitînga ewil jî li Stenbolê bû.
Çalakvan Sebahat Demir jî got: “Em jî însanın em jî dixwazin li ser vê axê weke însanan bijî. Em nabêjin mafê xwe bidin me. Em dixwazin weke însanên din bijîn.”
Beşdariya çalakiyê Kerîme Hakan jî anî ziman: “Ew başkanê (serok) me ye, em dest ji wî bernadin.”
Herçiqasî tedbîrên emnî di asta deh hezaran beşdaran de hatibin wergirtin jî, mitîng qels e û li gorî salên çûyî beşdarî gelekî kêm e. Piraniya beşdaran jinên kurd in.Lewma jî govend û coşa wan tiştek jê kêm nebûye. Lê lîsteya daxwazan dûr û dirêj bûye.
Fatma Çelîk jî got: “Kurdistan yek e. Divê kurd li soza xwe bimînin û yekîtiya xwe çêkin. Dijminê har rabûye û me qebûl nake. Dibêje kurd qet nînin.”
Çalakiya Leyla Guven jî beşek bû di mitînga jinan de. Ji 7 mehî heta 77 saliyê ew jinên ku bi heman dirûşman li vir in, îtiraza wan ya sereke li hemberî mêran e. Ango ku sîstem parastin û îradeya jinan bi qasî hev nagoncivîne. |
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse