Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê du jin, li gorî îdiayan ji ber nakokiyeke li ser xortekî li nav kolanê bi kulm û pehînan bi hev ketin.
Dîmenên wî şerî di demeke kurt de li ser medyaya civakî bûn rojev.
Nakokiya li ser xortekî
Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, hat îdiakirin ku her du jinan berê jî ji ber heman xortî nîqaş di navbera wan de hebûye û dema rastî hev hatine ev rageşî veguheriye şerê fîzîkî.
Nîqaş bi heqaretên dualî mezin bûye û aliyan êrişî hevdû kiriye.
KÜFÜRLÜ İÇERİK | Pendik’te 2 kadın, iddiaya göre erkek anlaşmazlığı nedeniyle küfürleşerek tekme tokat kavga etti. pic.twitter.com/gOaFOPy6sw
— Haber (@Haber) July 23, 2025
Dîmen bûn rojev
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, xuya dibe ku her du jin guh nadin hişyariyên kesên derdorê û bi kulm û pehînan êrişî hevdû dikin.
Her wiha welatiyên ku dixwazin bikevin navbera wan jî nikarin her du jinan ji hev veqetînin.
Hîn ne diyar e ku piştî bûyerê aliyan giliyê hev kiriye an na lê hîn agahiyeke fermî nehatiye parvekirin.
Polîsan derbarê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye û hûrgiliyên li pişt vî şerî bûne cihê meraqê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse