Hêzên taybet ên Amerîkayê li Hewlêrê kesek bi tometa sîxuriya bo Hizbullahê girtin

05-03-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên taybet ên Amerîkayê li Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê, wergêrekî artêşa Amerîkayê bi tometa sîxurîkirina bo Hizbullaha Lubnanê desteser kirin.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand, yek ji kesên ku karê wergêriyê ji bo hêzên Amerîkayê dikir, bi tometa sîxuriya ji bo Hizbullaha Lubnanê li Hewlêrê hatiye desteserkirin.

Wergêr, jin bûye û nasnameya wê wek, Mariam Taha Thompson hatiye ragihandin ku 61 salî û bi esil Lubnanî ye, lê welatînameya Amerîkayê jî heye.

Li gor agahiyan, Mariam Taha Thompson roja 27ê Sibata 2020 li Hewlêrê hatiye desteserkirin.

Thompson ji nîveya meha Kanûna 2019an ve li binkeya serbazî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê kar kiriye. Wê jinê pêştir li Efxanistan û Sûriyê jî kar kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, niha lêkolîn bi wê kesê re tê kirin.

Dozgerê Giştî yê Amerîkayê ragihandiye, eger tometên heyî li ser wê kesê bêne selimandin (îsbatkirin), ev yek dibe xiyaneta li dewletê û li hevkarên wê, lewma dê li ser wê tawanê were sizadan.

Li gor daxuyaniyê, kesê tometbar hewl daye bi hûrgilî ve zanyariyan li ser hêzên Amerîkayê kom bike û bide Hizbullaha Lubnanê, bi taybet jî berî êrîşa esmanî ya Amerîkayê bo ser milîsên ser bi Îranê yên li Iraqê.

Li gor agahiyan, hêzên taybet ên Amerîkayê dest bi ser hemû kelûpelên wê kesa tometbar de girtine û pişkinînên hûr jî ji bo cihê akincîbûna wê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst