Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ragihand ku ti Kurd ji sînor derbasî aliyê Îranê nebûne.
Ezîz Ehmed îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.
Ezîz Ehmed diyar kir ku ew nûçeyên behsa derbasbûna hêzên Kurdan dikin derew in û got:
"Ti Kurdê Îraqî ji sînor [ber bi Îranê ve] derbas nebûye û ev nûçe bi temamî ne rast e."
Fermandarekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jî ji Rûdawê re axivî.
Wî fermandarî got, “Em ji bo her egerê amade ne û destê me vekirî ye lê heta niha bi ti awayî me hêz neşandine Rojhilatê Kurdistanê û ew nûçeyên hatine belavkirin ne rast in.”
Odeya Operasyonê ya Hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî daxuyanî da Rûdawê.
PAKê diyar kir, “Gotegotên şandina hêzan a ji aliyê hêzên Rojhilatê Kurdistanê ve hene lê ew nûçe ne rast in û hêzên me neçûne Rojhilatê Kurdistanê.”
Sazmana Xebata Kurdistana Îranê jî derbarê heman mijarê de daxuyanî da.
Sazmana Xebatê ragihand, “Ev nûçe seranser derew in û bi temamî dûrî rastiyê ne.”
Sazmana Xebatê destnîşan kir ku heta niha ti hêza Pêşmerge derbasî nav Rojhilat nebûye û belavkirina van propagandayên bê bingeh in.
Sazmanê bangî welatiyan kir ku baweriyê bi van nûçeyên manîpulatîv neyînin.
Îro berê sibehê hinek dezgehên medyayî yên Amerîkayê îdia kiribû ku hinek Kurd derbasî axa Îranê bûne lê wan dezgehan xwe naspartibû ti çavkaniya diyar.
Li aliyê din Ajansa Tesnîmê ya Îranê jî diyar kir ku nûçeyên Fox News û Axiosê derew in.
Nûçegihanên Tesnîmê yên li parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Urmiyeyê ragihandin ku ti liv û tevger li ser sînoran nîne.
Ajansa Tesnîmê diyar kir ku li sînorên Îlamê heta niha ti tevger nehatiye dîtin.
Nûçegihanê Tesnîmê yê Kirmaşanê jî da zanîn ku li sînorên Kirmaşanê heta vê gavê ti tevger tune.
Her wiha nûçegihanê heman ajansê yê li Urmiyeyê got, “Heta niha ti raporq derbasbûna hêzên Kurd a ji sînoran negihiştiye destê me.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse