Li Koyeyê êrişî Kampa Azadiyê hat kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Serkirde Kampa Azadiyê Koye PDK-Î Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya demekê li sînorê Koyeyê êrişî fêrgeya kevn a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) hat kirin lê ti ziyanên wê çênebûn.

Çend çavkaniyan ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi rêya dronan bûye û li nêzîkî cihê cebilxaneya kevn a partiyê ya li nêzîkî Kela Hermoteyê hatiye kirin.

Çavkaniyan amaje bi wê yekê kir ku di êrişê de ti ziyan çênebûne.

Ev çend roj in êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê tê kirin.

Êrişên li pey hev

Berê sibehê çarşemê çavkaniyeke ji nav PDK-Îyê got, demjimêr 01:17ê wê sibehê bi dronan êrişî "Kampa Emîriyeyê" hatiye kirin.

Wê çavkaniyê da zanîn ku di êrişê de ti ziyan çênebûne.

Berê sibeha Sêşemê jî derdora demjimêr 08:50yî bi dema Hewlêrê, bi dronan êrişî baregehên wê partiyê yên li Koyeyê hatibû kirin.

Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihandibû, di encama êrişê de kesek bi sivikî birîndar bûye.

Pêşmergeyek şehîd ket

4ê Adara 2026an, Endamê Serkirdetiyê û Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalîdiyan jî ji Rûdawê re ragihandibû:

"Di encama êrişeke li ser baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê ya li nêzîkî Dêgeleyê de pêşmergeyekî me yê bi navê Celal Reşîdî ku xelkê Seqizê ye û zarokekî wî heye, şehîd ket."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst