Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên got, “Herêma Kurdistanê rê nade ku axa wê li dijî ti welatên cîran were bikaranîn ku Komara Îslamî ya Îranê jî yek ji wan e.”
Ev daxuyaniya Fuad Husên di civîna li gel Balyoza Holendayê ya li Îraqê Janet Alberdayê de hat dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li gel Balyoza Holendayê ya Îraqê Janet Alberdayê civiya.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê piştî civînê daxuyanî da.
"Nabe axa Îraqê ji bo êrişan were bikaranîn"
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Fuad Husên di civînê de diyar kiriye ku nabe axa Îraqê ji bo êrişkirina ser welatên cîran were bikaranîn.
Husên her wiha helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ducare kir û anî zimên ku Herêma Kurdistanê rê nade axa wê li dijî ti welatê cîran, bi taybetî jî Komara Îslamî ya Îranê, were bikaranîn.
Şerê di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîka û Îsraîlê de 28ê Sibata 2026an dest pê kiriye.
Fuad Husên di wê civînê de pêbendbûna hikûmeta Îraqê ya bi parastina nûnertiyên dîplomatîk û dîplomatan jî ducare kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse