Hewlêr (Rûdaw) - Ji berbanga Pêncşemê ve, hêzên Amerîka û Îsraîlê bi dron, mûşek û firokeyan gelek baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kirin armanc. Cudahiya êrişên îro Pêncşemê 5ê Adara 2026an li gel rojên borî ew e ku hejmareke zêdetir a baregehên artêşê hatine armanckirin.
Parêzgeha Urmiyeyê
Şeva Pêncşemê, baregeha artêşê ya li nêzîkî bajarê Pîranşarê bi mûşekan hate armanckirin. Herwiha çend baregehên Supaya Pasdaran li navçeya sînorî ya "Kanî Xuda" ya li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Parêzgeha Kirmaşanê
Şeva Pêncşemê li nav bajarê Kirmaşanê, bi mûşekan êrişî fermandariya polîsê bajêr hate kirin. Êrişên li ser baregehên ewlehî û leşkerî yên Kirmaşanê bi dirêjahiya rojê berdewam kirin. Yek ji wan deverên ku êvara Pêncşemê hate bombebarankirin, baregeheke leşkerî ya li navçeya Çemçemalê ya nêzîkî bajarê Bîstûnê bû.
Roja Pêncşemê, du baregehên polîsan û çend armancên li derdora Qada Petrolê ya Kirmaşanê careke din hatin bombebarankirin. Li gorî çavkaniyan, baregehên sereke yên Supaya Pasdaran, Birêveberiya Îtlaatê û herwiha birêveberiya radyo û televîzyona hikûmetê li nêzîkî wê qadê ne. Herwiha li taxa Şeşê Behmen a Kirmaşanê jî avahiyek hate armanckirin.
Şeva Pêncşemê baregeha "Hîmet" a Rewanserê ya li parêzgeha Kirmaşanê hate bombebarankirin.
Berbanga Pêncşemê, baregeha Supaya Pasdaran a li qeraxa bajarê Sonqurê hate lêdan.
Navenda fermandariya pasewaniya sînor a li bajarê Qesra Şîrînê jî berbanga Pêncşemê hate armanckirin. Pêşnîvroya Pêncşemê sê navendên leşkerî li bajarê Kirêndê hatin bombebarankirin. Li gorî zanyariyan, yek ji wan cihên hatine lêdan embara çek û cebilxaneyan bû.
Baregehên ewlehî û leşkerî yên li bajarê Ciwanroyê jî careke din hatin bombebarankirin. Li gorî zanyariyên ji navçeyê, navenda fermandariyê û baregeha sereke ya polîsan a li Ciwanroyê hatine armanckirin.
Parêzgeha Îlamê
Nêzîkî saet 06:30ê berbanga Pêncşemê, navenda fermandariya polîsê Îranê ya li qeraxa bajarê Eywanê ya parêzgeha Îlamê hate bombebarankirin. Medyayên hikûmetê yên Îlamê ragihandin ku ji ber "tedbîrên hatine girtin" di êrişê de ti zirarên canî çênebûne, tenê 6 kes birîndar bûne û rewşa wan baş e.
Parêzgeha Loristanê
Roja Pêncşemê li Xurremabad a Loristanê û derdora wê çend cih bûn armanc. Yek ji wan cihên hatine lêdan, fermandariya polîsê parêzgeha Loristanê bû.
Berpirsê saziya ewlehiya civakî ya parêzgeha Loristanê dibêje, di êrişan de zirar gihîştiye navendeke tenduristiyê ya girêdayî wan jî. Pêşnîvroya Pêncşemê, navenda fermandariya polîsê ya li bajarê Nûrabadê yê parêzgeha Loristanê bi dronan hate armanckirin.
Parêzgeha Sineyê
Li nav bajarê Sineyê, ji nîvê şeva Çarşemê heta pêşnîvroya Pêncşemê, baregeha "Îmam Elî" ya Supaya Pasdaran li navçeya Dûşanê, navenda radyo û televîzyona hikûmetê, fermandariya polîs, baregeha polîs a li taxa "Şarokeya Se'dî" û çend armancên din hatin lêdan.
Baregeheke leşkerî li gundê Geşke ya ser bi bajarê Kamyaranê ya parêzgeha Sineyê jî hate armanckirin.
Roja Pêncşemê çend caran firoke li ser asmanê bajarê Dêwolanê ya parêzgeha Sineyê geriyan, lê heta niha li wî bajarî ti cih nehatiye bombebarankirin.
Heta niha dezgehên hikûmetî û leşkerî yên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê amara qurbaniyan belav nekirine. Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, di êrişan de hejmareke zêde ya hêzên Îranê hatine kuştin û birîndar bûne, lê hejmara temam nayê zanîn. Di nav qurbaniyan de xelkê sivîl jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse