Li Soranê 2 dron ketin xwarê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Soran Dron Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê dronek ket xwarê û zerera madî çêbû.

Her wiha îşev li navçeya Çomanê ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê jî dronek ket xwarê.

Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Soranê Endam Cebar ragihand ku îşev derdora saet 09:50î welatiyên Soranê dengê teqîneke mezin bihîstiye.

Endam Cebar da zanîn ku dron li nêzîkî mala Şehîd Adil Muhacir ketiye xwarê û ji bo lêkolînê hêzên ewlehiyê yekser çûne cihê bûyerê.

Divê were gotin ku Adil Muhacir fermandeyekî navdar ê Pêşmergeyan bû û di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketibû.

Welatiyekî ku nêzîkî cihê bûyerê bû ji Rûdawê re got, “Dengekî gelekî mezin hat û ketina dronê zerera madî çêkiriye.”

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku li cihê ku dron lê ketinê çalek çêkiriye û di encamê de herî kêm zerer gihîştiye otomobîlekê.

Li Çomanê jî dronek ket xwarê

Di heman demê de, îşev li gundê Kewertê yê Çomanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê jî dronek ket xwarê.

Nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir jî li ser ketina vê dronê agahî dan û got, "Ew dron li çolterê ketiye xwarê û ti zerereke wê çênebûye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst