کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dîmenê dema ketina dronan\ Wêne ji ber vîdeoyê hatiye girtin

Dîmenê dema ketina dronan\ Wêne ji ber vîdeoyê hatiye girtin

Kurdistan

DIHOK - Qada Petrolê ya Sersingê bi dronan hat armanckirin

RÛDAW

RÛDAW

05-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW05-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr- (Rûdaw) - Berpirsekî ewlehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, derengiya şeva pêncşemê bi du dronan êrişî Qada Petrolê ya Sersingê ya li parêzgeha Dihokê hate kirin ku ji aliyê kompanyaya HKN Energy ya Amerîkî ve tê birêvebirin.

Şêwirmendê Asayîşa Kompanyayên Petrolê yê li Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Karwan Baban, ji Rûdawê re ragihand ku êriş di saet 21:23 û 21:30î de çêbûye û di wê demê de du dronan li Qada Petrolê ya Sersingê ketine.

Baban di berdewamiyê jî de got, “Di êrişê de ti zererên canî çênebûn” û destnîşan kir ku zererên madî gihîştine qada petrolê.

Karwan Baban da zanîn ku piştî bûyerê kompanyayê hilberîna li qada petolê rawestandiye.

Qada Petrolê ya Sersingê li parêzgeha Dihokê ye û yek ji wan pêgehên enerjiyê ye ku ji aliyê HKN Energyyê ve li Herêma Kurdistanê tê birêvebirin.

Ev êriş di demekê de tê ku aloziyên herêmî zêde bûne û di rojên dawî de bi zincîreyek êrişên dronî û mûşekî çend cih li seranserê Herêma Kurdistanê hatine armanckirin.

Li aliyê din nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî ragihand ku îşev derdora saet 10:00an, 2 dronên ku ber bi qadên petrolê yên li nahiyeya Çemankê ve diçûn, hatin xistin û ti zerer çênebûn.

#VÎDEO - Qada petrolê ya li nahiya Çemankê bi 2 dronan hat armanckirin

🔴Li gorî zanariyên ti zerer çênebûye

📹Heyder Doskî - Rûdaw#Iran #Israel #USA #Tahran #TelAviv #Duhok pic.twitter.com/NrNLEjisiq

— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 5, 2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên